Sancar: Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê wezîrek min derbasî Kobanê kir

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar têkildarî siyasetmedarên ji partiya xwe yên bi hêceta çalakiyên Kobanê hatin girtin got: “Wezîrek beriya 6-8'ê Cotmehê min derbasî Kobanê kir. Bi rastî jî çi bû? Wan hêzên tarî yên di nava polîsan de ku Efkan Ala îşaretî wan dikir kî ne? Bila komîsyonek sivîl were avakirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar beşdarî bernameya Çalar Saat a Fox TV bû û derbarê siyasetmedarên HDP’yî bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê hatin girtin axivî. Sancar wiha got: “Di 6-8’ê Cotmehê em li gel wezîrek çûn Kobanê. Wezîrek min wek endamê Şandeya Mirovên Aqilmend ji Murşîtpinarê derbasî Kobanê kir. Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê bû. Sirri Sureyya Onder wê çaxê 48 saet li odeya Wezîrê Karên Navxweyî bû. 
 
Di 6-8’ê Cotmehê de 3 rojên pir tevlîhev qewimîn. 52 însan jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirov bi hovîtî hatin qetilkirin. Bi rastî jî çi bû?  Wan hêzên tarî yên di nava polîsan de ku Efkan Ala îşaretî wan dikir kî ne? Berpirsiyariya HDP’ê heye gelo? Ez vê bangê dikim; Bila komîsyonek sivîl were avakirin û lêkolîn bike.”