Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin

img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, ji ber di demên dawî de endamên Meclîsa Ciwanan tên revandin û ji wan dixwazin ku bibin sîxur, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bersîv bide. Dag anî ziman ku dixwazin xebatên partî û ciwanan îlegalîze bike. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersîm Dag, têkildarî nêzîkatî û polîtîkayên hikûmetê û polîsan ên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsê wê bibersivîne. Dag, anî ziman ku di hefteyek dawî de li Stenbolê 3 endamên Meclîsa Ciwanan hatin revandin û ji wan xwestin bibin sîxur. Dag, anî ziman ku L.P, O.Y û M.T. yên ku polîsan ew revnadin, ji wan xwestin ku bibin sîxur û bi tundî û îşkenceya fîzîkî re rû bi rû mane. 
 
Dag, ji bo bersivandinê ev pirs ji Wezîr Soylu pirsîn: 
 
“*Kesên ku li Stenbol û Agirî endamên ciwanan direvînin û ji wan dixwazin bibin sixûr, girêdayî yekîneyên polîs û eskeriyê ne? Ev kes di kijan yekîneyên polîs û eskeran de cih digirin? 
 
* Kesên L.P., O.Y., M.T. û M.M.İ revandin, der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin? Eger lêpirsîn hatibe vekirin di çi astê de ye. Ku nehatibe vekirin çima nehatiye vekirin? 
 
* Hêzên esker û polîsan ên girêdayî wezareta we bi revandina endamên meclîsa ciwanên partiya siyasî û daxwaza sîxuriyê çi armanc dikin? 
 
* Agahiya we ji revandin û ferzkirina sixûriyê ya li ser ciwanan heye? 
 
* Di 5 salên dawî de kesên hatin revandin û ji wan xwestin bibin sîxur çend kes in? 
 
* Di 5 salên dawî de der barê çend kesên bi zorê mirov revandin û îşkence li wan kirin de lêpirsîn û doz hat vekirin?"