Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojmager Mihemed Seydî, têkildarî civîna Cinev 9 ku tê payîn sibê pêk bê, anî ziman ku gelek civîn hatin lidarxistin û heta niha nûnerên Kurd tev li gelek civînan nehatin kirin. Seydî pirsa "Yên li ser navê Kurdan nûnertiyê dikin kîne?" pirsî. 
 
Nivîskar û rojnameger Mihemed Seydî, li ser civîna civev 9 ku tê payin sibê pêk bê nirxandin kir û got: "24’ê tebaxê tê payîn ku civîna Cinêv 9 were li dar xistin. Ji van civînan heta niha yek carê jî nûnerên bakurê Sûriyê û nûnerên gelê kurd beşdar nebûne."  Seydî, da zanîn ku ev çiqasî bi hinceta dewleta Tirk rê nade were ziman jî, lê yên ku heta niha tenê li ser têkiliyên eskerî bi Bakurê Sûriyê re têkilî danîne û di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevalbendin xwe dibînin, berteke li hember binpêkirinên li Bakurê Sûriyê li deverên dagirkirî nîşan neda ne û wiha got: "
Di van civînan de dibêjin ku teroro li Sûriyê heye.  Lê yên nûnerê aliyan dikin berdevkiya van komên terror dikin. Li dijî DAIŞ’ê şer kirine û qaşo dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, lê bi nûnerên DAIŞ’ê û avakerên wê re rû dinin û guftogoyan dikin. Ha li vir kurd dimînin û nûnerên wan kî ne, çi dixwazin û çi temsîl dikin li holê dimîne. Li ser navê kurdan cihê pirsê ye?" 
 
'DIXWAZIN YÊN LI OTELÊN ÇEND STÊRK DIJÎN BIKIN NÛNERÊ KURDAN' 
 
Mihemed Seydî, bal kişand ser kesên li ser navê Kurdan nûnertiyê dikin û wiha lê zêde kir: "Dixwazin yên li otêlên çend stêrkan rûniştîne wan wekî nûnerê gelê kurd beşdar bikin û navê kurdên dost û yên rast ev in pênase dikin. Carne gotina hin kes an aliyan weke “normale û bila ew li ser navê kurdan beşdar bibin û mafê wan bixwazin. Dema aliyên Kurd werin gel hev, ENKS’ê dikare li ser navê kurdan bibe nûner. Ma çi pê ve heye. Ma ne ew jî kurdin û niştîman perwerin.” Tê bihistin. Em jî van pirsan dikin ji hemû kesên ku dixwazin tiştan normal bikin û bibînin.
 
Yên xwe niştîmanperwer bi nav dikin û di nava pêncstêrkan de dimînin bi îxaneta xwe poşmanin? Yên ku xwe meclisa kurdî bi nav dikin, ji vê dîmena li goristanên şehîdên kurdan re çi dibêjin. ew acizin? Ger acizin, ma ne ew bûn yên gerefêta xwe dan destê dewleta tirk û li pêyî wê çûn. Li vê goristanê ma zarokên kê ne yên bê rih mabûn û bedenên wan li nava vê axê hatibûn sipartin. Li vê goristanê wêneyên kê bûn ku li ser kêlên van goran bûn, ku bi nexşên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin. Li vê goristanê gotinên kê bûn ku bo azadiya kurdistanê hatibûn nexişandin li ser kêlên goran? Ma yên li bin vê axê de çi wesetiya wan bû ji bilî ku ev der parastî bimîin û paqij be ji qirêjiya hov û xwînxaran. Ma ev ne dijmin bin ku êrişî gorên me dikin kî ne?  Ma ev ne xwînxwar bin wê çi nav lê were kirin? Ma ew ne dagirker bin ew ê xwedî çi navî bin? Dost, cîran, heval, anî jî şirîkên kurdanin?" 
 
Seydî herî dawî da zanîn kuew kes nûneriya gel nakin û wiha lê zêde kir: "Ne xêr ew hov, dijmin û xwînmijê gelê kurdin. Yên xwe dostê vê dewletê dibînin, wê şerm bikin ji vê hovîtiyê. Yên xwe hevalbendê vê dewletê dibîin, wê rûyê wan reş be li ber zarokên Efîn, Serêkaniyê û Girê sipî. Wê bersiva wan hebe ji dayikên şehîdan ên ku li ser gorên zarokên wan baregeh hatine avakirin? Wê bersiva wan hebe ji dîrokê re an wê rûyê wan reş be ji ber bekoewaniya wan? Wê serê wan li kêla gorên wan keve û şiyar bibin rojekê ku çawa bûn qantirê dijminê gelê xwe? Ne xêr, ew ne xafilin, ew bê rû û bext reşin, xizmetkarê axeyên ku kurtan daniye li ser milê wan. Ma ev ê çawa bibin nûnerê gelekî?