HDP: Kerbela remza berxwedanê ya gelê mezlûm e

img

ENQERE – Hevseroken Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê meha meha Meheremê de peyama “Di şexsê têkoşîna bi rûmet a neviyên rêzdar Huseyîn ku serê xwe ji zalim re netewand, Kerbela bûye remza berxwedanê ya gelê mezlûm” weşandin.

 
Ji ber destpêkirina meha Meheremê ku ji aliyê elewiyan ve weke “meha şînê” tê zanîn, Hevseroken Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, peyamek weşandin. Hevserokan, di peyama xwe de dîrok û girîngiya meha Meheremê bi bîr xistin û destnîşan kirin ku di şexsê têkoşîna bi rûmet a neviyên rêzdar Huseyîn ku serê xwe ji zalim re netewandiye, Kerbela bûye remza berxwedanê ya gelê mezlûm. Hevserokan, da zanîn ku nîşandana sekna huseynî ya li hemberî yezîdên îro peywira wan û daxwaz kirin ku rojiya 12 rojan a ji aliyê elewiyan ve bê girtin bê qebûlkirin.