'Yê Tirkiye derxe ronahiyê Ocalan e'

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayip Temel, destnîşan kir ku hêzên îxtîdarê dixwazin Tirkiyeyê di aliyê çareseriyê de bixetimînin û aktorê siyasî ku Tirkiye derxe ronahiyê û çareseriyê pêş bixe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 
 
Berpirsiyarê Komîsyona Propaganda û Çapemeniyê û Cîgirê Hevseroên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayip Temel, têkildarî polîtîkayên îqtîdara AKP'ê ya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rola Ocalan a çareseriya demokratîk nirxandin kirin. Temel, destnîşan kir ku Ocalan di serî de ji bo Tirkiye û bi giştî ji bo Rojhilata Navîn li dijî rejima otoriter aktorekî siyasî yê xwedi perspektif û erînên pir girîng in. Temel, da zanîn ku bi tecrîd û îzolasyona ku li Îmraliyê pêş dixin, armanc dikin ku fikr û perspektifên Ocalan ên çareseriyê negêje gel. 
 
Temel, bibîr xist ku tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka Kurd ji hev ne serbixwe ne û wiha got: “Dema konsepta şer a li dijî pirsgirêka Kurd dikeve meriyetê, ewil tecrîdkirina Ocalan giran dikin. Nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan, nêzîkatiya gelê Kurd, hêzên demokratîk û çareseriya li Rojhilata Navîn e. Ev feraseta tecrîdê pêş dixe, dixwaze bi terîdkirina Birêz Ocalan bêtîr zexta li ser çivakê zêde bike û têkiliya Ocalan û civakê qut bike." 
 
ROLA HÊZÊN NAVNETEWEYΠ
 
Temel, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên li Îmraliyê û wiha pêde çû: "Ev nêzîkatiyek polîtîk e. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) li dijî tecrîdkirina Îmraliyê durû tev digere. Rapora CPT'ê li dijî rêgezên gerdûnî ya hiqûqê ye. Di şertên asayî de divê CPT bi rêk û pêk Îmraliyê ziyaret bike û raporan amede bike. Divê van raporan bi raya giştî re parve bike. Lê ligel ku CPT diçe Îmraliyê jî raporê bi raya giştî re parve nake. Bi rêk û pêk ziyaretan nake. Ev nîşan dide ku tecrîdkirina li Îmraliyê li dijî hiqûq û zagonan e. Tecrîdek bi pergal e. Tecrîda li Îmraliyê bi riza hêzên navneteweyî pêk tê." 
 
‘AKTORÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E’
 
Temel, anî ziman ku kengî gelê Kurd bi berxwedan û têkoşînê doza mafê xwe dike, îqtîdara AKP'ê bi awayekî demî û polîtîk gotinên çareseriyê derdixe pêş û di pratîkê de nêzîkatiyek pragmatist (durû) pêş dixe. Temel bal kişand ser rola Ocalan a çareseriye  û wiha berdewam kir: "Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan, her tim ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, aştiya gelê Kurd û Tirk ketiye nava hewldanan. Xeta pêvajoya çareseriyê ji aliyê Ocalan ve pêş ket. îro bêçareseriyê li ser gelê Kurd ferz dikin. Siyaseta bêçareseriyê bi şer dagirkerî û siyaseta înkarê dikeve meriyetê. Zimanekî Ocalan ê çareseriyê heye. Li ser bingeha xwişk û biratiya gelan a demokratîk nêzîk dibe. Li dijî konsepta şer, înkar, îmha û kaosê her tim vîna çareseriyê nîşan dide. Ji ber vê yekê niha tişta ku AKP bi tecrîdkirina Ocalan dike, şer û bêçareserî ye. Gelê Kurd li dijî vê siyasetê li ber xwe dide." 
 
'AKP BÛYE MHP'  
 
Temel, da zanîn ku AKP bawer dike dê bi tundî, zext, tepisandinê, dagirkerî û komkujiyê pirsgirêkê çareser bike û wiha got: "AKP'ê kesên nijadperest û kevneperest xistiye bin çengê xwe. Li şûna wan weki xwe bike, lê ew bûye wekî wan. Pirahiya AKP'ê êdî bûye wekî MHP'ê. Ev yek ji bo pêşeroja Tirkiye û AKP'ê talûkeyek pir mezin e. Birêz Ocalan berê bal kişand ser vê talûkeyê. Em îro vê pêşdîtina Brêz Ocalan dibînin ku ev rast e. îqtîdar ji kontrolê derketiye. Em îro bi polîtîkayên dijminantiya Kurdan re rû bi rû ne. Ketin Efrîn, Idlib, Girê Spî û Serekaniyê. Li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonan dike. Li ser dijminantiya Kurdan dagirkeriyê dike. 
 
'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ JI OCALAN HEYE' 
 
Temel, herî dawî anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP'ê Tirkiye dixe nava tariyê û di zinar werdike û wiha bi dawî kir: "Ocalan yekane aktorê siyasî ku li dijî bêçareseriyê, çareseriyê pêş dixe ye. Ocalan her tim çareseriyê û rêbazên çereseriyê pêş dixe. Ji vê hewldana Ocalan a çareseriya demokratîk her tim pêdiviya gelê Tirkiyeyê, hêzên demokratîk, muxalif û tevahiya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Ji bo çareseriyê û pêşeroja Tirkiyeyê pêdivî bi Ocalan heye. 
Pêdiviya gelê Tirkiyeyê fikr, perspektif û nerînên Ocalan heye. Armanca tercîdkirinê ewe ku fikrên Ocalan bidin ji bîrkirin û fikrên Ocalan negêje civakê. Lê navnîşana çareseriyê Îmralî ye." 
 
MA / Berivan Altan