Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemeke bi xwîn bû û got: “Li Tirkiyeyê, encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, weke ku mizgînaya biharê bû. Lê, hevkarên îro yên desthilatdariyê di 8’ê Hezîranê de biryarên xwe dabûn. Ev bihar wê bifetisandana. Komkujiya Pirsûsê yekemîn gava girîng a vê fetisandinibû.

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe de rojevên heyî nirxandin.
 
Sancar, bal kişand ser Komkujiya Pirsûsê ya 33 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: “Komkuujî dest pê ka serdemek nû ya bi xwîn bû. Komkujiya Pirsûsê, weke erdîngariya biêş mîna rûpelek reş li dîroka bi êş hat bicihkirin. DAIŞ’ê li Tirkiyeyê bi hemû hovîtiya xwe êrîş dikir. Herî dawî çav berdabû Kobanê. Lê li Kobanê rastî berxwedanek mezin hat. Di encama vê berxwedanê de DAIŞ têk çû. Bi armanca piştgiriya zarokên Kobanê ji çar aliyên Tirkiyeyê ciwan hatin Pirsûsê. Ew ciwanan nûnerê serkeftina piştevaniyê bûn, lê li Pirsûsê bi bombeyan hatin qetîlkirin. Îro dixwian ser vê komkujiyê bigirin. Heya niha 14 danişînên vê komkujiyê hatin dîtin. Lê bi tu awayî bûyer nehat ronî kirin û berpirsiyar derneketin holê. Di doza ku heya roja îro dewam dike de, tu pêşketinek çênebûye. Di heman demê de polîs êrîşî çalakiyên bîranînê yên kesên jiyana xwe ji dest dane dikin. Em van êrîşên polîsan şermezar dikin. Em xwediyê mîrateya wane. Me xeyalên wan ciwanan emanet giritye û ji bo wan soza me heye. Teqez em ê wan xeyalên wan  bi cih  bînin.” 
 
‘DESTHILATDARÎ DIXWAZE SER BIGIRE’
 
Sancar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Du roj piştî Komkujiya Pirsûsê, dîsa li heman herêmê, lîstikeke din a bi xwîn xistin dewrê. 2 polîs di malên wan de hatin kuştin. Ev bûyer kirin hincet û dest bi polîtîkayên xwe yên şer kirin. Desthilatdarî dixwaze ser vê cînayeta bi xwîn jî bigire. Ji bo ronîkirina heqîqetê hemû lêgerîn asten kirin û hewl dide bê encam bihêle. Ka lê mezê bikin, daxuyaniyên ji parêzerên bersûcan Huseyîn Atay bi îbretin. Atay îtîraf dike ku polîsekê bi delîlan lîstiye. Ev cînayeta li Serê Kaniyê rû da, senaryoyek veşartî ya dewlet û desthilatdariyê ye. Ji bo ku polîtîkayên şer ên li dijî kurdan pêş bixin û hêviyên demokrasiyê têk bibin, ev senaryo pêş xistin. Bi vî awayî polîtîkayên şer pêş xistin.”
 
ARMANCA FETISANDINA HÊVIYAN BÛ 
 
Sancar, anî ziman ku li welat, di wan salan de pêşketinên hêvî didan derketibûn holê û wiha bilêv kir: “Di hilbijartina 7’ê Hezîranê HDP’ê ji sedî 13 deng girtibû û 80 parlamenter şandibûn Meclîsê. Bi vî awayî hêviyên ji bo azadî û demokrasiyê mezin bûbûn. Li Tirkiyeyê, encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, weke ku mizgînaya biharê bû. Lê, hevkarên îro yên desthilatdariyê di 8’ê Hezîranê de biryarên xwe dabûn û ev bihar wê bifetisandana. Komkujiya Pirsûsê yekemîn gava girîng a vê fetisandinibû. Armanc kirin ku hêviyan bifetisînin, têkoşînê têk bibin û pêşiya hevdîtina gelan bigirin. Ji ber ku 7’ê Hezîranê, serkeftina hevdîtina gelan bû.”
 
'EM Ê VÊ REJÎMÊ BIŞÎNIN'
 
Sancar bi berdewamî got ,''Ev rejîm rexiniye, nema tê dirûtin. Mînaka vê ya dawî, delîla dawî hilbijartina xwecih e. Hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'yê Hezîrana 2019'an e. Desthilat pir ji hêzê ketiye. Em ê di hilbijartinên pêşî de em vê desthilatê bişînin û hem jî wê hêzê ku wê jiyana nû ava bike, derxînin holê.''
 
'RÊGEZÊN HDP'Ê SAXLEM IN'
 
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar bi berdewamî bal kişande parlamaneterê berê yê HDP'ê Tûma Çelîk, ku ji ber êrîşa zayendî ji partiyê hate avêtin û her wiha bal kişande ser parlamenterê HDP'ê Mensûr Işik ku û diyar kir derheqê Işik li Lijneya Disîplînê ya Navendî pêvajoya lêpirsîna wî didome.
 
Sancar got, ''Rêgezên HDP'ê saxlem in, nirxên wê bi ra û rîşal in. Stûya herî xurt a van nirxan, van rêgezan têkoşîna jinê ye. Ev partî bi têkoşîna jinê çêbûye. Meclîsa Jinan marîpişta HDP'ê ye.''