Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin

img

AMED - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP'ê û aktîvîstên TJA'ê şermezar kir û wiha got: “Bi sucdariyên li dijî aqilan û pêkenok dixwazin me ji vê rêya me ya bi aqil û mafdar derxin. Lê tu operasyon êdî nikarin we ji têkçûnê xelas bikin." 

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li ber avahiya HDP'ê ya Amedê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil bal kiyand ser tundiya ku Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik ku li dijî hejîna xwe pêk anîye û wiha got: "Me li ser daxwaza Meclîsa Jinê teqez daxwaza îxracê kir u sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Navendî kir." 
 
Gunay, bal kişand ser xebatên "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a HDP'ê û wiha lê zêde kir: "Bernameya me ya têkoşîna demokratîk ku me di meha Hezîranê de dabû destpêkirin, li gel hemû zext, tundî û astengiyan bi biryarek mezin didome. Di navbera 8-12'ê Tîrmehê de îqtîdara AKP-MHP'ê zagona Pir Baroyî xist meriyetê. Me jî li kolanan li gel serokên Baroyan li ber xwe da. " 
Gunay, bal kişand ser berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Zindana Hêjmar 5 a Amedê jî û wiha got: “Em di 14'ê Tîrmehê de li dijî darbeya 12'ê îlonê û îşkenceya, li pêş zindana Amed û zindana Ulucanlarê bûn. Me li dijî hemûca binpêkirina mafan, îşkenc û tundiya ku li kolan û zindanan dengê xwe bilind kir. Li dijî îşkenceya AKP’ê ku ruhê Esat Oktay diparêze dengê xwe bilind kir. Îqtîdar jî bi hemû hêza polîsan li ber deriyê girtîgehan bû." 
 
HEVDÎTINÊN DEMOKRASIYÊ
 
Gunay, bal kişand ser hevditinên demokrasiyê û wiha berdewam kir: "Duh em li Rihayê bûn. Em îro li Amed û Stenbolê ne. Em duh li Rihayê bi çotkarên bûne mexdûrê DEDAŞ'ê re hatin cem hev. Îro jî ji bo em ji şer û nelirêtiyê re bêjin na, bi tevlêbûna Hevserokên me yên Giştî li Amed û Stenbolê ne. Em bi hemû beşên ku li diji şer û xizaniyê radiwestin re tên cem hev. Em li dijî polîtikayên îqtîdarê yên şer li dijî polîtikayên neçareseriya Kurd, ji bo aştiya li ser vê erdnîgariyê têm cem hev. Ji bo vê yekê em bang li hemû kesên li djiî şer dikin ku em bi hevre aştiyê ava bikin." 
 
EM Ê FÎNALÊ LI ÎZMÎRÊ PÊK BÎNIN
 
Gunay, anî ziman ku ew dê fînala vê bernameya Têkoşîna Demokrasiyê li Îzmirê pêk bînin û wiha got: "Bernameya me ya Têkoşîna Demokratik dê ji niha û şûnde jî bi biryar bidome. Ji bo em têkoşina xwe ya azadî, aşti û demokrasiyê mezin bikin, gelek sedemên me û civakê hene. Em ê di 18'ê tîrmehê de li Hatayê ji bo hevdîtina gelan û bawriyan bên cem hev. Di 20'ê Tîrmehê de li Stenbolê ji bo bîranîna komkujiya Pirsûsê em ê bên cem hev. Em ê li Enqereyê jî ji bo edaletê bên cem hev. Di 21'ê Tîrmehê de li Dilova ya Kocaelî ji bo kedê bi kedkaran re bên cem hev. Di 22'ê Tîrmehê de emê li Stenbolê re bi ciwanan re bên cem hev. Di 24'ê Tîrmehê de li Stenbolê li diji Projeya Kanal Îstanbol bi Ekolojîstan re bên cem hev. Di 27'ê Tîrmehê de li îzmirê emê bernameya fînalê li dar bixin. 
 
BERNAME DÊ HETA 1'Ê ÎLONÊ BIDOME
 
Gunay, têkildarî plana bernameyê ya meha Tebaxê jî axivî û wiha got: "Bernameya me dê heta 1'ê îlonê bidome. Ev bernameya me ya 3 mehan e. Ji bo plana bernameyê ya meha tebaxê jî xebatên me didomin. Heta ku demokrasî pêş bikeve û gelê me nefesê bistîne û rûbarê me azad biherikin û heta em bi hevre azad bibin têkoşîna me dê bidome. Di vê pêvajoya ku em têkoşîna xwe didomînin, îqtîdara AKP-MHP'ê bi hemû hêza xwe êrîşên xwe yên li dijî civakê didomîne. Di 14'ê Tîrmehê de li Amed û Dîlokê polîsan bi ser malan de girt. Di navde Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji heye 24 jin binçav kirin. Di heman rojê de li Dîlokê 33 endam û rêveberên HDP'ê binçav kirin. Hevserokê me yê Dîlokê Musa Aydin jî heye, gelek hevalên me ji ber tev li xebatên hilbijartinê bûne hatin girtin. Her roj hevalên me tên binçavkirin û girtin. Tişta berê bi hevkariya AKP-Rêxistina Fethula Gulen dihat kirin, niha bi hevkariya AKP-MHP'ê tê kirin. AKP bi van operasyonan dixwaze ser qeyrana xwe bincil bike. Dayikên me yên 70-75 salî binçav dikin. Zarokên 10 rojî li gel dayikên wan binçav dikin. Zarokên biçûk digirin. Lê hûn bi van operasyonan nikarin xwe xelas bikin û têkçûna xwe rawestînin. 
 
Gunay, cezayê ku dadgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli birûbû û dadgeha bilind erê kir jî rexne kir û got: "Ev nîşan dide ku daraza bûye siyasî li gorî daxwaza AKP'ê biryaran dide."