Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist û êrîşên li dijî Herêma Federe a Kurdistanê bi tundî şermezar kir. Gunay, anî ziman ku bi boneya yekitiya Kurdan a li Rojava asteng bikin van êrîşan dikin û got: "Li dijî gelê Kurd operasyonên înkar û îmhayê tên meşandin. Ji ber van êrîşan, yekîtiya Kurdan bi qasî jiyanê girîng e." 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, tekildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, piştî civîna Lijneya Giştî ku Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mithat Sancar jî beşdar bûbûn bi dawî bû daxuyanî da çapemeniyê û geşedanên dawî nirxand. Gunay, anî ziman ku meşa wan a "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û wiha got: "Me di navbera 1'ê Hezîran û 1'ê Îlonê de bi awayekî berfireh rêzeçalakî danî pêş xwe. Pêngava yekemîn a "Meşê Demokrasiyê" qediya. Me encama meşê di civîna MYK’ê de bi firehî nirxand."  
 
‘PÊDIVIYA HERÎ MEZIN AŞTÎ YE' 
 
Gunay, anî ziman ku îqtîdarê bi betalkirina parlamenteran bersîv da bernameya demokrasiyê ya 1'ê Hezîranê û wiha got: “Îqtîdarê daxwaza me ya demokrasiyê bi darbeyek siyasî bersîv da û parlamenteriya wekîlan betal kir. Vê bersîva îqtîdarê hewldana me ya têkoşînê bêtir sor kir. Daxwaza civakê ya aştiyê hîn zêdetir kir. Piştgiriya meşê vegotina vê yekê ye. Meşa me ya 15'ê hezîranê bi biryara şer hat bersivandin. Me di meşê de dît ku şer pirsgirêka herî mezin a vî welatî ye. Me dîsa dît ku aştî daxwaza herî mezin a civakê û vî welatî ye. Dema me dest bi meşê kir, balafirên şer, Kampa Penaberan a Mexmûrê ku di salên 90’î de ji ber şer reviya bûn û li wir bi cih bûbûn bombe kir. Di van êrîşan de li Şengalê û Mexmûrê welatî hatin kuştin. Dîsa hêzên bejayî şandin Herêma Federe a Kurdistanê. Polîtikayên şerê ku bi salan bidome xistin meriyetê." 
 
‘SÛCÊ ŞER DIKIN' 
 
Gunay êrîşên dervê sînor şermezar kir û wiha berdewam kir: "Em polîtîkayên şer red dikin. Li vir sûcê şer heye. Li dijî gelê Kurd operasyonên înkar û îmhayê tên meşandin. Tayînkirina qeyûman û operasyonên li dijî Gelê Başur vê yekê nîşan dide. Êrîşên li dijî zimanê Kurdî, li dijî hebûna Kurdan e. AKP tu carî dest ji êrîşên li dijî nirxên Kurdan berneda. Di pêvajoya ku li Girava Îmraliyê hevdîtin dihat kirin jî van êrîşên li dijî nirxên gelê Kurd berdewam dikir. Heta niha ne Erdogan û ne tu hikûmetên din nasname û zimanê Kurdî bi fermî nas nekir. Tu carî dest ji polîtîkayên bişaftinê bernedan. Her ku em aştiyê dixwazin ew şer dixwazin. Biryara êrîşên li dijî Herêma Federe a Kurdistanê di civîna MGK'ê de girtin. Her ku em demokrasî, aştî û edaletê dixwazin îqtîdara AKP-MHP'ê şer zor dike. faşizmê pêş dixe. Rêveberiya Tirkiyeyê 40 salin di heman rê û rêbazê de israr dike. Ger ku bi heman rêbazê encamek duca bixwaze ev korbuna siyasetê ye." 
 
‘NAXWAZIN KURD BIBIN YEK' 
 
Gunay, bang li çar perçeyan kir ku bêtir ji bo yekitiyê têbikoşin û yekitiyê ava bikin û wiha lê zêde kir: "Ev êrîşên li dijî Herêma Federe a Kurdistanê bersîva li dijî yekîtiya neteweyî ya li Rojava ye. Bi awayekî fermî bi êrîşan bersîvê didin hewldanê yekîtiyê. Li dijî yekîtiya Kurdan in. Naxwazin Kurd bibin yek. Her tim dixwazin Kurdan perçe bikin û bînin hemberî hev. Ji ber vê yekê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan bi qasî jiyanê bi wate û girîng e. Şerê li Sûriyeyê 10 sal li pey xwe hişt. Gelek mirov hatin kuştin. Gelek mirov koçber bûn. Di aliyê aborî de zerarek pir mezin dît. Vî şerî di heman demê de di nava gelê Kurdên Rojava û gelê din de qada tekoşînek hevpar ava kir. Gelê Kurd, Ereb, Turkmen, Ermenî û Suryanî bûn yek û bi hevre li dijî komên çekdar ên wekî DAIŞ, El Kaide û hêzên din li ber xwe dan û şer kirin. Bersîva heri baş bi yekîtiya xwe dan. 
 
Di  19'ê Gulana 2020'an de Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Demokratîk jî di navde 25 partiyên siyasî ji bo yekîtiya neteweyî hatin cem hev. Di hevdîtinê de ji bo yekîtiyê fikr derket pêş. Heyeta ku ji 7 kesan pêk tê hat avakirin. ENKS'ê ji heyeta ku ji 7 kesan pêk dihat ava kir. Em wekî HDP'ê bi erênî li vê hewldana yekîtiyê dinerin." 
 
Gunay, bal kişand ser rojnamegerên ji doza MÎT'ê hatine girtin Aydin Keser, Ferhat Çelik, Bariş Pehlivan, Bariş Terkoglu, Hulya Kilinç, Murat Ağirel û anî ziman ku dê di 24'ê Hezîranê de derkevin pêşberî dadgehê û wiha got: "Rojnameger 4 mehin girtî ne û du hucreyê de tên girtin. Erka xwe ya rojnamegeriye pêk anîn. Divê rojnameger serbest bên berdan."  
 
MEŞA BAROYAN SLAV KIR 
 
Gunay, herî dawî Meşa Baroyan jî silav kir û got: "Baro bi dirûşmeya ‘Ji parastinê re azadi" dimeşin Enqereyê. Îqtîdara AKP'ê dixwaze hemû hêzên muxalif li gorî xwe terbiye bike û asteng bike. Dixwaze baroyan û sendîkayan jî li gorî xwe bi teşe bike. Ev li dijî baro û parastinê darbe ye. Baroyên ku vê darbeyê qebûl nakin dimeşin. Em meşa baroyan silav dikin."