Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin

  • rojane
  • 15:47 20 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Midûriyeta Herêma 14’emîn Çandiniyê û Daristanê ya Wanê ji bo nêçîra pezkoviyan ku kuştina wan qedexe ye, bi awayek “fermî” derxist îhaleyê. 
 
TMidûriyeta Şaxa Wanê ya 14’emîn a girêdayî Wezareta Çandiniyê û Daristanê di çarçoveya “turîzma nêçîrê” de ji bo firotina kotayên nêçîrvanên biyanî ku derkevin nêçîrê îhaleya fermî weşand. 
 
Nêçîrvan wê 480 hezar lîreyî razînin û dikaribin pezkokviyan bikujin. Ev îhale ji aliyê Midûriyeta Şaxa Wanê ve tê birêvebirin. Li gel bajarê Wanê dê li 13 bajarên din jî ji bo nêçîrê îhale bên kirin.