Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome

  • rojane
  • 12:17 17 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Li gundê Pêçarê yê Licê liv û tevgera leşkerî berdewam dike. 
 
Li gundê Pêçarê yê ser bi navçeya Licê ya Amedê ve liv û tevgera leşkerî berdewam dike. Operasyona leşkerî li vê deverê du roj berê dest pê kiribû. Balafirên şer û helîkopter di çarçoveya operasyonê de qadên Lîsê, Çemê Serûmê, Ziktê û “Şehîd Remzî” bombebaran kirin. Hat ragihandin her çiqas hinek dorpêça leşkerî ji ser gund hatibe rakirin jî lê li deverê liv û tevgera leşkerî didome. 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî operasyona navborî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê tê gotin ku di operasyonê de 2 edamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.