MÛŞ - Rêya gundê Qurçikê yê navçeya Gimgimê zivistanê di nava heriyê de û havînan jî di nava tozê de ye. Li gund 150 xanî hene lê binkeya tenduristiyê nîn e, nexweş heya cihekî bi wesayîtê diçin piştre bi hespan tên û diçin.
Gundê Qurçikê yê 22 kîlometreyan dûrî navçeya Gimgima Mûşê ye tevî ku di navçeyê de gundê herî mezin e pirsgirêka binesazî û riyê dikêşe. Herwiha li gund tunebûna binkeya tenduristiyê jî nîn pirsgirêkên tenduristiyê dike krîzekî mezin. Riya gund ji ber ax e, havînê di nava toz û dûmanê de, zivistanê jî di nava heriyê de dimîne.
‘DIVÊ XIZMET WEKHEV BÊ KIRIN’
Ji şêniyê gund Yazar Kirbaş destnîşan kir ku tevî ku gundên wan di nava gundên Gimgimê yên herî mezin de yek e, xizmet nayên dayîn. Kirbaş diyar kir ku çûn û hatina gund zehmet e û wiha axivî: “Li gundê me di heman demê de ne çop tên berhevkirin ne jî xizmetekî din tê dayîn. Têkildarî pirsgirêkên tên jiyîn keya gelek caran ket dewrê lê belê pirsgirêk çareser nebûn. Dema ku em nanekî distînin jî hûn bacê jê dibirin, wê çaxê divê hûn xizmetê jî bikin. Em dixwazin pirsgirêka rê û çopê were çareserkirin. Em jî wekî her kesekê xizmetekî biedalet dixwazin.”
‘NE RÊ HEYE NE BINKEYA TENDURISTIYÊ’
Yilmaz Turhan jî diyar kir ku bi salan e pirsgirêkên gundê wan nehatine çareserkirin ev tişt gotin: “Bavê min li gund ajokarê servîsa gund e. Ji ber riya gund xerabûyî ne, wesayît tim xera dibe. Em tevahî şêniyên gund ji vê rewşê nerazî ne. Zivistan li vê derê dijwar e lewma çûn û hatin li vê derê gelek pirsgirêk e. Hewldanên gundiyan ên çêkirina riyê hene lê belê şert û mercên aboriyê têr nakin. Tevî ku bi 150 xaniyan li navçeyê gundê herî mezin ê me ye, binkeyekî tenduristiyê jî nîn e. Dema kesek nexweş bû, cihê ku em bibinê nîn e. Ji ber rê xirab in, texsîvan jî naxwazin werin gund.”
‘TEXSÎVAN BI 2 HEZAR LÎREYAN TÊ’
Zînê Yildiz da zanîn ku tunebûna binkeya tenduristiyê, dibe sedema pirsgirêkan û derbarê pirsgirêkên gund de ev tişt anî ziman: “Bi nedayîna xizmetê, gundê me bêxwedî hatiye hiştin. Em nizanin bê ka ji ber çi xizmet nayê dayîn. Ji ber havînê rê di nav toz û dûmanê de, zivistanê jî di nav heriyê de dimîne lewma çûn û hat bi zehmetî tê kirin. Herwiha li gund dema yek nexweş dibe, heya ku ambûlans tê gund, nexweş perîşan dibe. Dema ku nexweşekî me çêdibe, texsîvan bi 2 hezar lîreyan tê vê derê. Em demildest dixwazin xizmet were li gundê me.”
‘ÇOP NAYÊN KOMKIRIN’
Fatma Bozkaya destnîşan kir ku gund ji bo elewiyan gundekî girîng e û got ku havînan hejmara gund zêde dibe. Bozkaya diyar kir ku di gund de ji yekî zêdetir cihên ziyaretê hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Taybetî jî di havînê de gelek kes tên serdana gundê me. Em di mehên zivistanê de gelek pirsgirêka rê dijîn. Salên derbasbûyî de ez nexweş bûm. Ji ber rê hatibûn girtin, min bi ser pişta hesp birin heya cihê ku erebe hatiye lê. Di serî de rê, em dixwazin pirsgirêkên gundê me yên binkeya tenduristiyê û çopê werin çareserkirin. Divê xizmet ne li gorî dengên hatine dayîn, were kirin. Sewalên me ji ber çopê dixwin dimirin. Di nav ava çemê me de tije çop û pîsî heye. Ev çop tev li ava me ya paqij dibin. Divê demildest xizmet were vê derê.”