Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe

img
AMED - Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sazkirina Atolyeyên Wergerê yên ku di pêvajoya pêşketina wêje û ziman de xwedî girîngiyeke mezin in, bi yekdengî qebûl kir.
 
Yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Îlonê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi serokatiya Cîgira Seroka Meclisê Evîn Yelboga hat lidarxistin. Endamên meclisê beşdarî civîna li Salona Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin bûn.
 
Pêşniyara ku di civîna Meclisa Tebaxê de ji bo vekirina Atolyeyên Wergerê hat qebûlkirin, ji Komîsyona Çandê re hat şandin. Rapora ku Komîsyona Çandê ya ji bo avakirina Atolyeyên Wergerê yên di nava şaredariyê de ji bo dîtina wêjeya kurdî amade bike, li Meclîsê hat nirxandin.
 
BIRYAR BI YEK DENGÎ HAT GIRTIN
 
Rapora komîsyonê li Meclîsê bi yekdengî hat qebûlkirin. Bi biryara ku hatiye girtin, armanc ew e ku wêjeya kurdî bi Atolyeyên Wergerandinê were xuyakirin da ku potansiyela wêjeya kurdî derbikeve holê û bingeha berhem û vegotina wêjeyî bigihêje astekê û pêwendiya vê potansiyelê bi wêjeya cîhanê û wêjeyên din re were misogerkirin.