Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir

img
STENBOL - Endamên ESP’ê û SKM’ê kuştina Narîn Guranê bi “tûrikî” şermezar kir û wiha got: “We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir.”
 
Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclisa Jinan a Sosyalîstan (SKM) qetilkirina Narîn Guran a cenazeyê wê piştî 19 rojan duh li navçeya Rezan a Amedê di tûrikekê de hate dîtin li ber Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya li navçeya Fatîhê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta “Kujerê Narînê desthilata AKP’ê ye em ê hesabê bipirsin” hate vekirin û dirûşmên “Dê hesaba Narînê were pirsîn” , “Ne parêze, dernexîne paqijiyê, darizîne” , “Ji bo Narînê edalet ji bo herkesê edalet” hatin berzkirin. 
 
Endama ESP’ê Gamzet Toprak, bal kişand ser tûrikê ku ji bo temsîla tûrikê cenazeyê Narîn Guranê lê hatiye bicihkirin bi xwe re anîne û wiha got: “Hûn dizanin we di nava vî tûrikî de çi bi cih kir? We canekî 25 kîlo di nava vî tûrikî de bi cih kir. We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir. Ji Midûriyeta Xizmên Civakî û Malbatê ya Bajêr xwîn tê. Ji wê Meclisa ku we Hîzbûlkontra xistê xwîn tê. Em wê xwînê dizanin û ji bo ku ew xwîn neyê rijandin û hêviya jiyanê ya zarokekî din şîn bibe gelek têkoşîn dan.”
 
Pişt re endamê ESP’ê Erol Tûnç jî bal kişand ku desthilat bi rojan bêdeng ma û bi qedexeyên weşanê rastî ji gel veşartin. Tûnç, gotinên Galîp Ensarîoglû yê AKP’î û endamê Lijneya Îdareyê yê Giştî yê HUDA-PAR’ê Vedat Tûrgût bi bîr xistin û ji bo ji kujera hesab bê pirsîn banga têkoşîna hevpar li herkesê kir.