Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê

img
AMED - Di girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narîn Guran de amade kiriye de wiha hatiye gotin: “Birîna amûrên birînê û sîlehê di laşê wê de nebûye, nûveya xwîna hundir nehatiye bidestixstin.” 
 
Narîn Guran a 8 salî ku piştî 19 rojan hat dîtin piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê wê li gundê ku lê hatiye kuştin, hat veşartin. Girteka dozgeriyê ya der barê karûbarên otopsiye de derket holê. 
 
91 HEB MÎNAK HATINE GIRTIN 
 
Di girtekê de sedema mirinê û zemanê wê nehatiye diyarkirin û di girtekê de cih dane van agahiyan: “Ji ber ku cenaze riziyaye nehatiye diyarkirin ku ka mirin kengê pêk hatiye. Beriya cenaze ji hundirê kîs bê derxistin karûbarên skopî hatiye kirin. Li gel pisporên radyolojiye û pisporên tiba edlî lêkolînên pêwîst hatine kirin. Îstîsmar jî di nav de her cure mînak ji cenaze hatine girtin. Bi giştî 91 heb mînak ango nimûne ji cenaze hatine girtin. Birîna amûrên birînê û sîlehê di laşê wê de nebûye, nûveya xwîna hundir nehatiye bidestixstin. Wê ev hemû nimûne ango mînakên hatine girtin ji bo Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bên şandin û li gorî lêkolîna li wir bê kirin, dê diyar bibe.”