Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt

img
AMED - Baroya Amedê hewlda ku cenazeyê Narîn Guranê ji bilî gundê lê hatî qetilkirin were veşartin lê vê hewldanê encam negirt. 
 
Cenazeyê zaroka 8 salî Nalîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û di roja 19’emîn de hatibû dîtin. Hewldanên ku cenazeyê Narîn Guranê li gundê lê hatî qetilkirin neyê veşartin bêencam man. 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesaba xwe ya X’yê ev peyam parve kir: “Raya giştî daxwaz kir ku Narîn li gundê lê hatiye qetilkirin neyê veşartin û ev hêvî û daxwaz ji me re jî hatin ragihandin. Tevî hemû hewldanên me (ji bo ku di warê qanûnî de kesên divê biryarê bidin xizmên wan e) di mijara cihê veşartinê de guhertinek nehate kirin.