Xebatên lêgerînê yên Narîna 8 salî didomin

  • rojane
  • 12:35 23 Tebax 2024
  • |
img

AMED - Xebatên lêgerînê yên Narîn Guran a 8 salî ya li taxa Çûlî winda bûye didomin.

Zaroka 8 salî Narîn Guran a ji taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê, di 21’ê tebaxê saet 13.00’an de bi ji bo biçe kursa Qûr’anê ji mala xwe derket. Ji Guran a saet 15.00’an de ji kursê derketiye, careke din tu agahî nehat girtin. Bi îxbara malbatê, xebatên lêgerînê yên Guranê dest pê kirin. Ev du roj in xebatên peydakirina Guranê didomin û gelek kes jî bi ser hesabên xwe yên medya dijîtal dîmenên zarok parve dikin.