Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan

  • rojane
  • 23:14 20 Tebax 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Ciwanên ku di 6’ê hezaranê de li Colemêrgê di protestoyên tayînkirina qeyûm de hatibûn girtin, tehliye bûn.
 
Di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî li ser şaredariya Colemêrgê hatibû kirin û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hatibû girtin. Piştî tayînkirina qeyûm li bajêr xwepêşandan hatibûn destpêkirin û gelek ciwan di wan xwepêşandanan de hatibûn girtin. Di 6’ê hezîranê de li Taxa Gaziyan ya navenda Colemêrgê ciwanên bi navê Mert Erîk, Mahmût Atan, Mûhammed Harûn Kûrşûn û Mûhammed Engîn hatibûn binçavkirin û di 7’ê mehê de jî hatibûn girtin. Her çar ciwan îro saet di 11.00’an de derketin pêşberî Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn. Di danişîna ku heta saet 4’ê piştî nîvro domiya de biryara tehliyekirina ciwanan hat dayîn û danişîna 2’yemîn taloqî 20’ê mijdarê hat kirin.
 
Ciwanên ku li Girtîgeha Colemêrgê dihatin ragirtin, di saetên êvarî de ji girtîgehê derketin.