Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan

  • rojane
  • 16:54 12 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Alîgirên Amedsporê ên duh li ber stadê beriya maça Amedspor û Fatîh Karagumruk Sporê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Tîma Amedspor û Fatîh Karagumruk Sporê duh li Stada Olîmpiyatê ya Stenbolê maça ewil a Lîga 1’emîn lîstin. Beriya maç dest pê bike li ber stadê alîgirên Amedsporê bi hinceta ku formayên kesk û sor û zer li xwe kirine hatibûn binçavkirin. Li midûriyeta polîsan îfadeyên alîgirên Amedsporê hatin wergirtin û paşê hatin berdan.