Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket

  • rojane
  • 08:43 12 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 243’yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “24 saet bû 40 sal” derket. Rojnameyê di vê hejmarê de bal kişand ser salvegera 15’ê Tebaxê û têkoşîna 40 salan a tevgera azadiyê. 

 
Hejmara 243’yan a Rojnameya Xwebûn derket. Rojname, bi manşeta “24 saet bû 40 sal” derket û bal kişand ser 40’emîn salvegera 15’ê Tebaxê. Rojnameyê destnîşan kir ku 40 sal in dewleta tirk li dijî PKK’ê hemû rêbazên şer û teknîka şer bikar tîne lê tevgera azadiyê sal bi sal mezin dibe, xwe bi rêxistin dike û pêşengiya azadiya Kurdistanê dike. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê kirmanckî yê “Xoverdayoxêko Farqînij: Egîd” cih da têkoşîna Egîd. 
 
Rojnameyê di rûpela Jin de jî bi sernavê “Girîngiya zimanê dayikê” cih da nivîsa nivîskar Nalîn Aslan. Nalîn Aslan li ser rol û rista zimanê zikmakî û fêrbûna zarokan a zimanê dayikê radiweste. 
 
Rojnameyê di rûpelê jinê de jî cih da nûçeya der barê qetilkirina jinan a li Îranê û têkoşîna jinan.