Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin

  • rojane
  • 09:49 10 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê komkujiyeke din li Xezayê pêk anî û herî kêm 100 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê taxa Derec a li rojhilatê bajarê Xezayê bombebaranê pêk anîn. 
 
WAFA’yê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li taxa Derecê dibistana Tabîn ku koçber lê dimînin, bombebaran kir û di encama bombebaranê de herî kêm 100 filistînî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
 
Hate diyarkirin ku komkujî dema welatiyan nimêja sibê dikir, pêk hatiye.