Li Êlihê qeza: 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 08:19 29 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÊLIH - Di qezaya li Êlihê de 2 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li derdora Herêma Pîşesaziya Organîze ya di navbera navenda Êlihê û navçeya Qûbînê de dema malbatek derbasî aliyê din ê rê dibû qeza çêbû. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 kesên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. 
 
Cenazeyên Suleyman (45), Îlyas (35), Denhîr (3) û Sefa (5) Oguz rakirin morga nexweşxaneyê.