Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin

  • rojane
  • 15:42 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Cîgirê Midûrê Polîsan ê Rihayê Zekeriya Baran li mala xwe bi awayekî mirî hate dîtin. 
 
Cîgirê Midûrê Polîsan ê Rihayê Zekeriya Baran, li mala xwe bi awayekî mirî hate dîtin. Hate îdia kirin ku Baran ê li mala xwe ya li Taxa Îpekyol a li navçeya Halîliyeyê mirî hatiye dîtin, krîza dil derbas kiriye. Cenazeyê Baran ji bo karûbarên otopsiyê birin morga Midûriyeta Tiba Edlî ya Rihayê.