Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne

  • rojane
  • 15:23 3 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Bi hinceta xebatên pîşeyî li 8 rojnamevanan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ku bertek nîşanî birîna cezayê hefsê dan, anîn ziman ku desthilat darazê weke “çûvî” bi kar tîne. 
 
Danişîna doza derbarê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û stajyarê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan hatibû vekirin de biryar hate dayîn. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê derbarê Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan de biryara beraetê da. Derbarê 8 rojnamevanên din de jî cuda cuda 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayîn. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bertek nîşanî biryarê dan. 
 
Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Basin Îş’ê yê Herêma Amedê Hakki Boltan bi lêv kir ku rojnamevan tenê bi îfadeyên şahidên nepen re tên cezakirin û ev rewş jî êdî li Tirkiyeyê bûye kevneşopiyeke hiqûqê. Boltan ê got ku “Êdî hiqûqa Tirkiyeyê hiqûqa şahidên veşartî” ne û got: “Şahidên rast û îfade nînin. Ev li pêş pêşeroja Tirkiyeyê, azadiya raman, azadiya rojnamevan astengiya herî mezin e. Tişta esasî kut ê xwestin bê kirin jî ev e. Rojnamevanên azad, çapameniya azad li Kurdistan û Tirkiyeyê ev zext pûç kirine.”
 
Boltan, bi lêv kir ku ji bo rojnamevanan neheqî, nelirêtî û pêkanînên antîdemokratîk ên desthilatê derxistine holê û ji rayagiştî re ragihandine bûne hedef û wiha domand: “Desthilat ne demokratîk e. Xwediyê pêkanîn û siyaseta bingeha wê faşîzm e. Dema wisa bû û rojnamevanan rastî dexistin holê cezayên wisa li wan tên birîn. Ji bo ku nekarin bixebitin her tişt tê kirin. Yekane armanca vê deşifre bûna van e.”
 
‘ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN NEPEN JI BO XWE XELASKIRINÊ NE’ 
 
Nûnerê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral anî ziman ku cezayê li rojnamevanan hatiye birîn parçeyekî polîtîkayên ku desthilat li ser çapemeniyê dimeşîne ye. Oral, diyar kir ku armanca desthilatê ya ewil ew e ku rojnamevanan di çarçoveya daxwaza xwe de neçarî nûçeçêkirinê bike û got: “Dixwazin civakê jî li gorî daxwaza xwe araste bikin. Ji bo ku rojnamevanên li dijî van derdikevin jî di bin gefê de bihêlin pêkanînên xwe didomînin. Hiqûqê jî weke çûvî li ser rojnamevanan bi kar tîne.”
 
Oral ê têkildarî beyanên şahidê aşkere biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind bi bîr xist, da zanîn ku îfadeyên şahidên nepene tenê ji bo xwe xelaskirinê ne.
 
‘BIRYARA HATIYE DAYÎN PÛÇ Û VALA YE’  
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) Selman Çîçek jî wiha got: “Em cezayên ku li rojnamevanan hatine birîn qebûl nakin. Mijarên di dosyayê de tên sûcdarkirin, tenê bûne xebatên rojnamevaniyê. Peywîra rojnamevan nûçe çêkirine. Dadgeh van nûçeyan weke sûc nikare darizîne û ceza bide. Rojnamevanên ku ceza li wan hatine birîn, hevalên me yên her roj em li qadan dixebitin e. Em şahidî rojnamevaniya wan in. Ji ber vê  yekê biryara hatiye dayîn ji bo me pûç û vala ne.”
 
‘EM Ê MEŞA XWE BIDOMÎNIN’ 
 
Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî diyar kir ku desthilat ji bo fikra xwe bide qebûlkirin hiqûqê weke amûra zextê bikartîne û vê yekê herî zêde li ser xebatkarên çapemeniyê bi kar tîne. Metîna destnîşan kir ku AKP û MHP darazê weke çûvî bi kar tînin û ev tişt gotin: “Ne hiqûqa xwe ya navîn ne jî hiqûqa navnetewî bi cih naîne. Ev esas mînaka bêhiqûqiyeke mezin e. Cezayên li hevalên me hatine birîn ne meşrû ne. Cezayên hatine birîn darbeya li çapemeniyê ne. Em weke çapemeniya azad, weke rojnamevanên jin tu caran me li ber van zextan serî netewand û em ê meşa xwe bidomînin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin.”