Gotina soylu cînayet zêde kir: Di 18 rojan de 16 jin hatin kuştin

  • jin
  • 09:09 12 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL - Pişti Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu got "Cînayetên li dijî jina kêm bûye" di nava 18 rojan de 16 jin hatin kuştin. Nûnerên rêxistinên Jinan diyar kirin ku piştî vê daxuyaniya Wezîr Soylu hêjmara kuştina jinan zêde bû. 

 
Li Tirkiye her meh bi dehan jin tên kuştin. Li aliyê din kujerên jinan serbest digerin. Bi taybetî di vê pêvajoya şewba vîrûsa corona (Covît-19) de tundiya li dijî jinan zêde bû. Li gori daneyên Platforma Em ê Cînayên Jinan Rawestînin di 3 mehên dawî de ji sedî 70 ji aliyê mêr ve hatin kuştin. Li dijî vê yekê tu tedbîr nehat girtin. Li aliyê din Wezîrê karên hundir Suleyman Soylu di 26'ê Gulanê de got "Tundiya li dijî jinê kêm bûye" Piştî vê gotinê tundiya li dijî jinê zêdetir bû. 
 
DI 18 ROJAN DE 16 JIN QETIL KIRIN
 
Li gorî daneyên platformê, piştî daxuyaniya wezîr Soylu di 18 rojên dawî de 16 jin hatin kuştin. Jinên hatin kuştin wiha ne: 
 
“* 26 Gulan: Li Agiriyê dayika 6 zarokan Guzel Koçyîgît kuştî hat dîtin. 
 
* 28 Gulan: Li Manîsayê Gulnur Kocabaş, ji aliyê Yusuf A. ve hat kuştin. 
 
* 31 Gulan: Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Zehra Yalçin li malê rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin. 
 
* 1 Hezîran: Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê Sabahat Oral kuştî hat dîtin. 
 
* 2 Hezîran: Li Kadikoy a Stenbolê Mêr T.Mamatklova hevjîna xwe Nasiba Mamatklova kuşt. 
 
* 3 Hezîran: Li Gundê Karaagaçê yê Pasûra Amedê Hatice Çankaya, kuştî hat dîtin. 
 
* 4 Hezîran: li Enqereyê Aleyna Çakir kuştî hat dîtin. 
 
* 5 Hezîran: Li Maltepe ya Stenbolê Muharrem E., Ayşegul Akturk kuşt. 
 
* 6 Hezîran li Taxa Kîrazli ya Navçeya Bagcılar a Stenbolê Veysel T., Miray Yilmaz kuşt. 
 
* 6 Hezîran: Li Gundê Selhê yê navçeya Mîdyata Mêrdînê Şenaz Urun a 19 salî kuştî hat dîtin. 
 
* 7 Hezîran: Li navçeya Meramê ya Konyayê Ahmet U., Nargul Yildiz kuşt. 
 
* 7 Hezîran : Li Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Turkan A., bi guman hat kuştin. Malbata Turkan anî ziman ku îşkence li keca wan hatiye kirin. 
 
* 8 Hezîran: Li Navçeya Arnavutkoyê ya Stenoblê Hatice Çelik, ji aliyê mêrê pêre zewivî bû ve hat kuştin. 
 
* 8 Hezîran: Li Navçeya Elbistanê ya Mereşê Fırat Gultekin û Huseyin Şahin şer kirin û Edanur Şahin (26) kuştin. 
 
* 8 Hezîran: Li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê İ.S.A., hevjîna xwe Guler A. kuşt. 
 
* 10 Hezîran: li Xarpêtê Ali A. hevjîna xwe Aslihan A. kuşt. 
 
Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku piştî Soylu daxuyanî da kuştina jinan zêde bûn. 
 
 
OZBEY: SOYLU RÊ LI PÊŞ KUŞTINÊ VEKIR
 
Aktîvîsta TJA'yê Aysel Ozbey, diyar kir ku piştî daxuyaniyên Soylu kuştina jinan zêde bû û got: "Gotina Soylu kujerên jinan xist nava tevgerê. Soylu dujminê mirovan û jinê ye. Piştî têkildarî mijarê axivî her roj jin hatin kuştin. Lê li dijî kuştina jinan em qadan terk nakin. Gotinên me yên li dijî îqtîdarê xelas nebûne. 
 
 
TUNCER: SOYLU HIŞEKÎ AVA DIKE
 
Endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Yaren Tuncer jî anî ziman ku Soylu di axaftina xwe de li dijî têkoşîna jinan hişekî ava dike û got: "Ew bi xwe parazvanê hişmendiya mêrê serdest e. Vê hişmendiyê bi rêve dibe. Em bi biryarin ku Têkoşîna Azadiya Jinê bêtir mezin bikin. 
 
CUŞTAN: KUŞTIN GIRÊDAYÎ DEWLETÊ YE 
 
Aktîvîsta Înîsiyaifa Em Dixwazin Bijîn Havva Cuştan jî anî ziman ku li Tirkiye kuştina jinan zêde dibe û şikandina zayendê heye. Cuştan, da zanîn ku Soylu bi vê daxuyaniyê ferman daye mêrên kujer ku jinan bikujin. Coştan, bang li her kesî kir ku li dijî vê yekê rawestin." 
 
 
MA / Semra Turan