‘A tê kirin qirkirina cinsî ye'

  • jin
  • 09:12 11 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL - Di 3 mehên dawî de 70 jin hatin kuştin, kiryarên wan hatin berdan û rêxistinên jinan û destkeftiyên wan bûn hedef. Parêzer Selîn Nakipoglû, ji bo cinayetên hatine kirin got "qirkirina cinsî" û ji bo vê bang li Wezîra Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakiyê kir ku îstifa bike. 

 
Şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ku li seranserê cîhanê belav bûye, li Tirkiyeyê ket meha çaran. Di pêvajoya vê şewba ku bandoreke neyînî li qadên jiiyanê hemûyan kiriye de herî zêde bandor li jinan kir. Di vê pêvajoyê de ji ber dimaldemayînê jin û destkeftiyên wan bêtir bûn hedef. Li gor daneyên Paltforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, di meha Adar-Nîsan-Gulanê de zilaman 70 jin kuştiye. Her wiha 2 hezar û 125 jin jî ji ber şidetê serî li Federasyona Komeleyên Jina ya Tirkiyeyê da. 
 
Êrîşên li dijî destkeftiyên jinan beriya pêvajoya şewbê dest pê kiribûn ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serkomar Tayyîp Erdogan ji bo Peymana Stenbolê gotibû zirarê dide malbatê. Derdorên muhafizekar di dema şewbê de careke din vê daxuyaniya Erdogan xistin rojevê û çapemeniya hewzê jî ji bp betalkirina peymanê nûçe li ser nûçeyan çêkirin û kirin cihê nîqaşê. Her wiha di dema şewbê de Desteya Dadger û Dozgeran qanûna jimare ya 6284'an ku zilamê şidetê li jinê de ji malê dûr dixe û jinê diparêze jî da sekinandin. Ji xeynî vê di vê pêvajoyê de Qanûna Înfazê hat guherandin û di halê wê yê nû di 14'ê Nîsana 2020'an de li Meclîsê hat qebûlkirin. Zilamên şidet li jinê kiribûn, birîndar kiribûn, şantaj kiribûn, gef li wan xwaribûn û pornografiya zarokan weşandibûn sûd ji vê qanûnê girtin. Parlementerê AKP'ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar jî daxuyandibû ku di ber re negihandina guherandina der barê "mexdûrên zewaca pêşwext" daxilî nav qanûna înfazê bikin, lê belê çawa meclîs dest bi serdema xwe ya nû bike ew ê vê mijarê têxin rnav rojeva xwe. 
 
Yek ji êrîşên li ser destkeftiyên jinan jî di 22'yê Gulanê de li Amedê pêk hat hat. Polîsan avêt ser Komeleya Jina ya Rosayê û di avêtina ser komelyê de Seroka Komeleyê Adalate Kaya, endamên wê yên damezrîner, aktivîstên TJA'yê û jinên HDP'î hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. 
 
Her wiha çawa Meclîs vebû parlementeriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû hat betalkirin û piştî betalkrian parlementeriyê her sê kes hatin girtin. Piştî çend rojan Berberoglû û Guven hatin berdan. Jinan ji bo betalkirina parlementeriya Guvenê û girtina wê gotin "êrîşa li ser têkoşîna jina rêxistinkirî" ye û daketin qadan gotin "Guven vîna me ye." 
 
Ji xeynî vê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 26'ê Gulanê de daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got, şideta navmalê û li ser jinê ji sedî 7 û di hejmara jinên jiyana xwe ji dest dane de jî ji sedî 31 kêm bûye. Lê belê piştî vê daxuyaniya Soylû, li Tirkiyeyê hema bêje her roj jinek hat kuştin. 
 
PARÊZER NAKIPOGLÛ: ŞIDET ZÊDE BÛ 
 
Parêzera feminîst Selîn Nakipoglû, êrîşên li ser jinan nirxand. Nakipoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê di dema şewbê de şideta li ser jinê zêdetir bûye û got, rayedaran der barê şidetê de ne tevdîr girtine ne jî tiştek gotine. Nakipoglû, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rayedaran peywira xwe bi cih enaniye û jinan bi şideta mêran re rû bi rû hiştine. 
  
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞIDETÊ 
 
Nakipoglû, anî ziman ku rêxistinên jinan ên li dijî şidetê derketine esas nehatine girtin û bi ser de bi êrîşan re rû bi rû mane. Nakipoglû, destnîşan kir ku lê belê di dema şewbê de jî jinan dev ji qadan bernedane û got, divê têkoşîna li dijî şideta li ser jinê bibe polîtîkayeke dewletê. 
 
‘QIRKIRINA CINSÎ' 
 
Nakipoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di pêvajoya şewbê de cinayetên pêk hatine û şideta çêbûye ne kêmî şert û mercên şer bûne û got: "Hejmarên aşkere bûne hejmarên şerî ne. Tu dibê qey şerek heye û li dijî cinsekê tim û tim komkujiyek heye. Tenê gava mirov li hejmarên heyî mêze bike jî wê bibîne ku a hatiye kirin qirkirineke cinsî ye. Mafê jiyanê ji dest jinan tê stendin. Li welatekî ku her roj lê jin bên kuştin, navê van tiştên diqewimin dibe qirkirina cinsî." 
 
BANG LI WEZÎR KIR KU ÎSTIFA BIKE 
 
Her wiha Nakipoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê her tişt bûye ji rêzê û got: "Li dijî van kirina dengekî cidî tuneye. Wezîra Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakiyê ku li dijî cinayetan tevdîran nagire, divê îstifa bike. Çimkî peywira xwe bi cih nayne. Der barê tiştên diqewimin daxuyaniyekê jî nade. Loma polîtîkayên heyî û encama li holê jî nîşan didin ku li vî welatî li dijî jinan qirkirineke cinsî tê kirin. Tiştên diqewimin en tiştine asayî ne, em ê qebûl nekin, em ê li ber rabin." 
 
MA / Semra Tûran