Li Qersê Xeta Mor vebû

  • jin
  • 12:13 28 Gulan 2020
  • |
img
QERS – Şaredariya Qersê ji bo jin yekser xwe bigihînine wan, Xeta Mor ji xizmetê re vekir.
 
Şaredariya Qersê ji bo pêşî li tundiya li ser jinan û mexdûrbûna zarokan bigire, bi armanca parastina jinan, piştgirî û hêzkirina wan di 6’ê gulanê de Navenda Şêwirmendiya Jinan vekiribû û ji bo jin dikarin xwe yekser bigihînin navendê Xeta Mor ji xizmetê re vekir. Jin wê bi navbeynkariya Xeta Mor yekser xwe bigihînin berpirsiyaran û piştgiriyê daxwaz bikin. Nava hefteyê saet di navbera 08.00 û 17.00’an de xizmetê bide. Jin wê piştgiriyê daxwaz bikin û dê navend piştgiriyê bide. Wê di çarçoeya bernameyekê de xebat bên birêvebirin.
Nimreya Xeta Mor a Şaredariya Qersê wiha ye: 0474 223 44 79