Ji ber şewbê êdî karê wan jî nabe

  • jin
  • 09:14 27 Gulan 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên ku di salên 90'î de bi darê zorê koçber bûne û çûne Kadîfekaleyê, bi nanê tendûrê debara xwe dikin. Jinan anî ziman ku ji ber şewbê şert û mercên wan jî ehmet bûne. 

Şêniyên Kadîfekaleyê ku di salên 90'î de ji herêmê koçî Kadîfekaleya Îzmîrê kirine, niha ji ber şewba vîrûsa coronayê zehmetiyê dikişînin. Jinên ku li Kadîfekleyê nanê tendûrê çêdikin û pê debara xwe dikin, ji ber kes li derve tuneye nikarin bifiroşin. 
 
Rizkiye Ozalp (45) ku 30 sal berê ji Bismil a Amedê koçî Kadîfekaleyê kiriye, 5 sal in bi nanê tendûrê debara xwe dike. Dayika 4 zarokan Ozalp ku hevjînê wê karê înşeatan dike, anî ziman ku beriya şewbê her roj nan çêdikir û difirot. Ozalp, diyar kir ku lê belê niha ji ber şewbê tenê heftê 2 rojan nan çêdike û difiroşe. 
 
Suheyla Yilmaz (60) jî anî ziman ku 16 sal in vî karî dike. Yilmaz, diyar kir ku beriya şewbê rojê 60 nan lêdixist û got, ji ber ku hevjînê wê nexweş e li malê tenê ew dişixule. 
 
Yilmaz, got: "Me heba nan bi 2 lîreyan difirot. Piştî şewbê êdî qezenc û xisara me li hev derneket. Kîsê arvan bû 140 TL û qaba hêkan bû 20 TL. Tiştên bi dest me dikeve têra heqê bazara me jî nake." 
 
Kurdê Agirman (48) ku 20 sal berê ji Êlihê koçî Kadîfekaleyê kiriye, diyar kir ku ji ber şewbê karê wan hema bêje nemaye û got, piştî şewbê hevjînê wê jî ji kar hatiye derxistin û niha tenê ew dişixule. Agirman, got: "Em mecbûr man ji warê xwe bên van deran. Li vira jî rihetît uneye. Şaredarî her ro duro dibêje 'Em ê we ji vira derxînin.' Ji xwe ne ji mecbûrî bûna em nedihatin van dera. Niha jî ji ber vîrûsa coronayê xweşikî em nikarin karê xwe bikin." 
 
MA / Esra Solîn Dal