Jina ku 11 caran gilî kir: Dengê min bibhîzin

  • jin
  • 09:09 22 Gulan 2020
  • |
img

RIHA - Mêrê bi navê M.Y.B. 6 salin zext û tundiyê li S.T. dike. S.T., heta niha 11 caran gilî kir. Lê tenê cezayê dûrxistinê dan M.Y.B. S.T. bertek nîşanî rayedaran da û got: "Mirin li ser pişta min e. Ez naxwazim bimirim. Denge min bibhîzin. 

Li navçeya Karakopru ya Rihayê jina bi navê S.T., 6 salin rastî tundî û lêdana zilanê bi navê M.Y.B. tê. S.T., heta niha ji ber rastî tundiya M.Y.B. tê, 11 caran gilî kir. Lê tenê cezayê dûrxistinê dan M.Y.B., Li gel ku cezayê dûrxistinê dane M.Y.B, dîsa diçe S.T., bêzar dike. 
 
S.T., diyar kir ku heta niha rastî gelek cureyên tuydiya M.Y.B., hat, lê ji bo zerarê nede kurê wê yê 17 salî dengê xwe nekir û wiha got: Herî dawî di meha sibatê de ez dîsa rastî tundiyê hatim û me niqaş kir. Dîsa gefa kuştinê li min xwar. Min di 19'ê Sibatê de li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê gilî kir."  S.T., anî ziman ku cihê lê bê parastin tune û ji neçarî dîsa vegeriya malê û wiha lê zêde kir: "Min xwest em li hev bên. Lê qebûl nekir. Dîsa tundî kir û tecawiz kir. Mîn dîsa gilî kir. Piştre cezayê dûrxistinê da. Ji ber ku rastî cezayê dûrxistinê hat li min geriya û dîsa gefên mirinê li min xwarin."  
 
DEST DANÎ SER HEMÛ KEDA MIN
 
S.T., anî ziman ku M.Y.B., li ser navê wê 55 hezar TL kredi kişand û wiha got: "Ji ber vê yekê cihê ez lê kar dikim, ez ji kar derxistim. M.Y.B. hemû destkeftî û keda min desteser kir. Ji bo ez gavan paşve bavêjim û bes gilî bikim her dem gef li min xwar û tundî kir. Li gel cezayê dûrxistinê di 2'ê Gulanê de dîsa hat mal. Bi zorê ket hundir û li min xist. Me bang li polîsan kirin û polîs hatin. Heta niha min 11 caran gilî kir. Lê fêde nake. Dîsa li her derê min dişopîne û zextan li min dike. M.Y.B, Şaredarê Karakopru xist navberê û hevalekî wî li min geriya. Xwest ez bi Şaredarê Karakopru re bi axivim. Ez ez giliyê xwe vekişînim û dest ji doza xwe berdim. Piştre şaredar li min geriya. Got em kar bidin te û dest ji gilî berde. Serlêdana sûc paşve bikişîne. Lê min qebûl nekir. 
 
S.T., herî dawî  serî li Walîtiya Rihayê, Baroya Rihayê û rêxistinên jinan da û alîkarî xwest. S.T. bang li hemû kesan kir û xwest dengê wê bibhîzin. 
 
MA / Barış Polat