Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin

  • jin
  • 15:12 2 Gulan 2020
  • |
img
DÊRSIM – Jinên Elewî banga bîranîna salvegera 83’emîn a Terteleya Dersimê kir.
 
Jinên Elewî, bi boneya salvegera 83’yemîn a Terteleya Dersîmê ku di 4’ê Gulanê de pêk hatiye daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin terteleya Dersimê wek erdhejekê pêk hat û nayê zanîn dê kengê bi dawî bibe. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Di salvegera 83’yemîn de bi kilaman qûrbaniyan bibîr tînin. Em bang li berpirsiyaran dikin ku bi komkujiyê re rûbirû bimînin. Em carek din hemû zarok, jin û qûrbaniyan bi bîr tînin. Em bang li hemû jinan dikin ku roja 4’ê Gulanê saet di 19.38’an de li dijî komkujiyê denge xwe derxin.”