2 jin li Rihayê kuştî hatin dîtin

  • jin
  • 16:03 21 Kanûn 2017
  • |
img

RIHA - Li Rihayê di rojekê de, 2 jinên hat îdîakirin "întîhar" kirine kuşti hatin dîtin. 

Di rojên dawî de ku Riha bi kuştinên jinan di rojevê deye, hat îdîakirin ku di rojekê de 2 jinan "xwe kuştin". Seval M. a 17 salî ku li Taxa Topdagi dijî, hat îdîakirin ku di 20’ê Kanûnê de bi şev "întîhar" kir. Cenazeyê Seval M. ji bo otopsiye şandin morga Saziya Tipa Edlî ya bajêr. 
 
Hat îdîakirin ku Hulya U. a 25 salî jî, li taxa Devteştî "xwe kuştiye".