Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!

  • jin
  • 09:24 7 Adar 2020
  • |
img

EDENE - Wê li Edeneyê jin, li dijî şer û zayendparêziyê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan. Jinan ji b mîtînga 8'ê Adarê gazî kirin û xwestin qanûn û peymanên heyî pêk bên. 

Li Edeneyê wê jin bi boneyaa 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê roja yekşemê meşekê û mîtîngekê li dar bixin. Wê jin saet di 13.00'an de li Pira Kasim Gulekê bên cem hev du û wê bi pêşengiya Platforma Jina ya Edeneyê heta Qada Ûgûr Mûmcû bimeşin. Wê di meşê de pankarta li ser "Li dijî krîz, şer, xizaniyê em di 8'ê Adarê de ji bo wekhevî, azadî û aştiyê li qada ne" nivîsandî bê hilgirtin. Her wiha wê Meclîsa Jina ya HDP'ê ya Edeneyê bi panarta "Em di azadiyê de israr dikin, em di têkoşînê de israr dikin" û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi pankarta "Em berxwednê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" hilgire. 
 
Endama Platforma Jina ya Edeneyê Sevîl Araci Bek, anî ziman ku wê îsal li dijî şer, krîza aborî û xizaniyê dakevin qadên 8'ê Adarê. Bek, diyar kir ku Walîtiya Edeneyê destûr daye ku çalakiya xwe bikin û got, ew ê jin hêa xwe bikin yek û daxwazên xwe bilêv bikin. Endama Meclîsa Jina ya HDP'a Edeneyê Sûphiye Bayav jî, destnîşan kir ku ew ê di 8'ê Adarê de liq adan bin û ji bo azadî û jiyaneke wekhev biqîrin. 
 
WÊ JIN BI RENG Û DENGÊN XWE LI QADAN BIN 
 
Endama TJA'yê Şehrîstan Yîgît jî destnîşan kir ku ew ê bi dirûşmeya "Em berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" li qadan bin û bang li jinan kir ku bi rengî dengên xwe li qadan bin. Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'a Edeneyê Saniye Seçkîn jî bang li jinan kir û got: "Jin wekhevî, azadî û nasnameya xwe dixwazin." 
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Edeneyê Belgîn Işik jî, da zanîn ku wê jinên KESK'î bi dirûşmeya "xweza ya min e, a hildiberîne ez im, jiyan ya min e, ez jin im" wê dakevin qadên 8'ê Adarê. Işik, destnîşn kir ku ji ber şideta baoriyê jin hêjar dibin û bi şideta fizîkî re rû bi rû dimînin û got, wekî rêxistinên jinan jî bilêv dikin, divê Wezareta Jin û Wekheviyê bê avakirin û ji bo şideta li ser jinê bi dawî bibe divê ev reçete pêk bê. Işik, bal kişand ser pêşîlêgirtina şidetê û cinayetên jinan û ji bo vê got, divê mekanîzmayên dikarin pêkanîna wekheviya zayenda civakiyî pêk bînin bên avakirin, divê hişmendiya li dijî şidetê bê pêşxistin, divê qanûn û peymanên heyî yên astengkirina şidetê di xwe de dihewînin pêk bên û li dijî şidetê divê plansaziyeke dorfireh bê kirin.