Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin

  • jin
  • 14:53 6 Adar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe amede dikin ku dakevin qadan, li Riha, Amed, Antalya, Colemêrg û Wanê di çalakiyên 8'ê Adarê de bang li jinan kirin. 

Jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li der deverê amadekariyan dikin. Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe amede dikin ku dakevin qadan li Riha, Amed, Antalya, Colemêrg û Wanê di çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bang li jinan kirin. 
 
AMED 
 
Navenda Mafê Jinê ya Baroya Amedê jî, di çarçoveya 8'ê Adarê de, li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê" konferansa "Sererastkirinên hiqûqî yên di têkoşîna li dijî tundiya jinê de û pirsgirêkên bi cih anînê" li dar xist. Gelek xwendekarên hiqûqê û parêzer beşdarî konferansê bûn. 
 
Hindekar Dr. Songul Atak mijara "Di têkoşîna li dijî tundiya jinê de rola Neteweyên Yekbûyî", hindekar Dr. Fîlîz Yavûz Îpekyuz mijara "Di lê pêşî girtina tundiya li dijî jinê de, piştevanî û bi hêzbûna jinê", endama Lijneya Mafê Jinê ya Baroyê Prz. Hatîce Demîr mijara "Pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan û tundiya di nava  malbatê de û hevpeymana Konseya Ewropayê ya derbarê vê têkoşînê" û Koordînatora Mafê Jinê ya Baroyê Prz Asli Pasînlî mijara "Sererastkirinên hiqûqî yên di têkoşîna li dijî tundiya jinê de û pirsgirêkên bi cih anînê" pêşkêş kirin. 
 
WAN 
 
Komîsyona Mafê Jinê ya Baroya Wanê jî, bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Parêzer li ber Edliya Wanê kom bûn û pankartên "Heskirina ku dikuşe em naxwazin" û "Jin jiyan Azadî" vekirin. Polîsan biryara "Qedexeya çalakiyan" a walîtiyê weke hincet nîşan dan û parêzer asteng kirin. Parêzeran guh nedan vê hişyariya polîsan û daxuyaniya xwe dan. Polîs li ser vê yekê ji qadê dûr ketin.  
 
'HIŞMENDIYA ZILAM DI 2 MEHAN DE 49 JIN QETIL KIRIN' 
 
Seroka Komîsyona Mafê Jinê ya Baroyê Ebrû Demîrtepe li ser navê jinan axivî û wiha got: "Jinên ku nîva nifûsa Tirkiyeyê ava dikin, di her qadê de rastî bê mafiyan tên. Li dijî jinan cihêkarî, tune hesibandin û cudakarî heye. Ji ber van polîtîkayan, roj bi roj tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de tenê di 2 mehên dest pê kê yên sala 2020'an de herî kêm 49 jin ji aliyê hişmendiya serdest a zilam ve hatin qetilkirin."  
 
'EMÊ BI HER AWAYÎ HEWLDAN NÎŞAN BIDIN'
 
Demîrtepe, da zanîn ku ewê weke Komîsyona Mafê Jinê ya Baroya Wanê, ji bo avakirina wekheviya zayendî ya civakî bi her awayî hewldan nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşxistina qanûnên civakî, polîtîk û hiqûqî emê bi her awayî bikevin nava liv û tevgerê. Em ji niha de 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin."
 
ANTALYA
 
Platforma Jinê ya Antalyayê, li Şaxa Sendîka ya Kedkarên Buroyê (BES) a Antalyayê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser rewşa jinên penaber. Endama Platformê Nîgar Dûrû, diyar kir ku jinên penaber ne bi tenê ne û got: “Weke her devera cîhanê li Tirkiyeyê jî, jinên penaber rastî zext û zoriyên mezin tên. Desthilatdariya AKP’ê div ê berpirsiyartiya xwe li hemberî penaberan bi cih bîne. Weke jin, emê di heftiya 8’ê Adarê de bibin dengên penaberên jin û em ê li dijî desthilatdariyê dakevin qadan.”

COLEMÊRG

Hevseroka Kongeya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û endamên partiyê yên bi wê re, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li navena bajêr a Colemêrgê geriyan, silav dan jinan û qûrnefîl li jinan belav kirin. Dayikên Aştiyê jî bi Guven re tevgeriyan û karmendên jin vexwendin çalakiyên 8’ê Adarê. Guven a rastî eleqeyek mezin a jinan hat, ev peyam da: “Em dixwazin ku jin li ser piyê xwe rawestin. Em wekheviya jiyanê diparêzin. Divê em hemû bi awayekê wekhev di nava hizûrê de bijîn. Em baş dizanîn ku em jiyana ku daxwaz dikin najîn, lê em dikarin bi destê jinê pêşeroj û jiyaneke xwe ya nû û xweşik ji nû de ava bikin. Em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li we tevan pîroz dikin.”

RIHA 

 
Navenda Mafê Jinê ya Baroya Rihayê, derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya baroyê pêk hat. Serokê Baroyê Abdullah Oncel û gelek parêzerên jin beşdarî civînê  bûn. Koordînatora Navenda Mafê Jinê ya Baroyê Esra Yûrûm Aktaş li ser navê jinan axivî.  
 
Aktaş di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser wateya 8'ê Adarê û got ev roj sembola têkoşîna kedkarên jin ên beriya 163 salan di berxwedana wekheviyê de canê xwe feda kirine. Aktaş, di dewama axaftina de wiha got: "Di Tirkiyeyê de ji ber sedema bê dadî û bê cezatiyê rêjeya tundiyê zêde bûye. Di nava salekê de 409 jin hatin qetilkirin. Di van rojên ku em roja jinan pîroz dikin de dadê dosyaya jina bi navê Nadîra Kadîrova bêy ku sedemê cînayetê net bikin û lêkolîn bikin nixumandin. Li gorî zagona giştî û peymana navneteweyî divê hikumet li hemberî komkujî, kuştin, newekheviya zayendî, tacîz û tecawizê bibin asteng. Ango pêwîst e hikumet li hemberî van yekan polîtîkaya biafirîne. Mixabnin hîna qanuna 6284’an a parastina malbat û jinê tê nîqaş kirin.”
 
'QEYÛM ÊRÎŞA LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINAN E'
 
Aktaş, da zanîn ku bi qeyûm êrişek li dijî deskeftiyên jinan hat kirin û wiha got: "Bi hatina qeyûm re karê yekem yê wan girtina komeleyên jinan bû. Girtina Parlementerên jin û hevserokên şaredariyan ên jin êrişek vekirî a li hember deskeftiyên jinan e. Cardin ev êrişên ku dixwazin vîna jinê desteser bikin berdewam dikin.”
 
Aktaş, ji bo wekhevî pêk were û tundiya li dijî jinê bi dawî bibe ev xal rêz kir:
 
*Pêkanîna qanuna bi jimara 6284'an
 
*Pêkanîna peymana Stenbolê
 
*Pêkanîna lêgerînên bandorker
 
*Di dadê de hebûna giştîbûyinê
 
*Ji bo girtina tedbîran divê derendî çênebe
 
*Parastina kesên di bin tundî, tacîz û taqîbê de ne divê bên kirin
 
*Divê sûcdar bê cezakirin û ji daxistina halê baş fêdeyê negire
 
*Divê cinayetên jinan di çarçoveya efûyê de neyê nirxandin, divê wekheviya zayendî pêk were
 
*Divê nêrîna civakê ya li dijî jinê û feraseta desthilatdar a mêr bên guhertin
 
*Divê maf û azadiya jinê bên naskirin
 
*Divê daxwazên me yên mudahiliyê bên qebûlkirin
 
*Em dibêjin bila kevneşopiyên civakî ne li pêşiya zagonan bin."