Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin

  • jin
  • 12:02 5 Adar 2020
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP’ê, encamnameya yekemîn civîna derbarê serdema nû de pêk anî aşkere kir. Jinan di encamnameyê de, diyar kirin ku ew ê bi şîara “Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin” li qadan bin. 

Mecîsa Jinê ya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP), piştî 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî, di 1’ê Adarê de li hev civiya. Jinên nû yên ji bo Meclîsa Partiyê (PM) hatin hatin hilbijartin jî beşdarî civînê bûn. Meclîsa Jinê, encamnameya xwe ya nîqaşên derbarê polîtîkayên partiyê yên serdema nû hatin kirin de, ji raya giştî re aşkere kir.   
 
Jinan di encamnameyê de, li dijî bloka AKP û MHP’ê ya bêbandorkirin, bêhêzkirin, bê kadrokirin û bê siyasetkirina HDP’ê, carek din peyama “Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin” dan. 
 
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku di civînê ji bo serdema nû gelek biryar hatin girtin. 
 
Di civînê de ev biryar hatin girtin: 
 
"* Em ê têkoşîna xwe ya li dijî şer mezintir bikin.
 
*Em ê li dijî pêkanîna bêbandorhiştina têkoşîna jinê ya li dijî pergala baviksalar, pêkanînên şerê taybet ên li dijî jinan jinê û êrîşên zayendî berxwedana xwe mezin bikin.
 
*Em ê li dijî polîtîkayên kesên bazirganiya şer dikin, kesan ji cihên wan koçper dikin û kesên ku koçberan ji bo xwe dikin amora  zextan ku mexdûrên van polîtîkayan herî zêde jin û zarokin bi xeta xwe ya aştîxwaz têbikoşin. 
 
*Bloka AKP - MHP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bilî şer û tundiyê tu rê nehistiye. Em ê  li dijî van polîtîkayan ji bo ku firir û pêşniyarên birêz Ocalan bi raya giştî re bên parvekirin û pirsgirêka kurd bi awayê aştiyane bê çareserin têkoşîna gelan a li dijî tecrîdê mezin bikin.  
 
*Barê giran ê xizanî, kerasetên xwezayî û herî dawî jî şewbên ku tên belavkirin jin hildigirin. Li dijî van hemû pêkanînan em piştevaniya jinan kurt bikin. 
 
 *Em ê destûrê nedin ku mafê me yê me bi dest xistiye ji destê me bê girtin û em ê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de serhildana xwe mezin bikin. 
 
 
*Li dijî Dehaqên serdema me ku biharê wekî mertal bi kar tînin, em ê biharê di 21'ê Adarê roja Newrozê li qadan û bi coş pêşwazî bikin."