Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin

  • jin
  • 15:46 4 Adar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li gelek navendan çalakî û şahî li dar xistin. 

 
Rêxistin, sazî û komeleyên jinan bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek navendan çalakî û şahiyan îro jî birêve birin. 
 
VAN
 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi boneya 8’ê Adarê jinan belavokên 8’ê Adarê belav kirin. Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan jî di nav de gelek jin çûn serdana bazara Çarşemê ya li navçeyê û belavokan li jinan belav kirin û wan vexwendin mitînga 8’ê Adarê. 
 
RIHA 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Rihayê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de li kolanên navçeya Pirsûsê qurnefilan li jinan belav kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî di nav de gelek jin piştî qurnefilan belav kirin, derbasî avahiya HDP’a Pirsûsê bûn û li sînevziyona bi babeta “Dîroka têkoşîna jinê” temaşe kirin. 
 
Piştî nîşandana sînevziyonê parlamenter Surucu axivî û got: “Têkoşîna jinan her roj berbelav û mezintir dibe. Îro dîsa em carek din li qadan in û wê têkoşîna me teqez bi ser bikeve.” 
 
AMED 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) jî bi wesîleya 8’ê Adarê li ber avahiya Midûriyeta Bajêr a Polîtîkayên Malbat û Civakî (ASP) daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka demî ya Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê Gunul Adibelî daxuyanî xwend û bal kişand ser têkoşîna jinan û qirkirina jinan. 
 
Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê jî jinan çalakiyên 8’ê Adarê birêve birin.