57 roj in Dokû windaye: ‘Lêgerîna li bendavê dibe sirf ji bo guherandina hedefê be'

  • jin
  • 09:16 1 Adar 2020
  • |
img

AMED – 57 roj in xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû winda ye. Nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî, destnîşan kirin ku lêgerîna li bendavê dibe ku sirf ji bo guherandina hedefê be û xwestin, lêgerîneke dorfireh bê kirin. 

 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5'ê Çileyê ve winda ye û heta niha tu agahî jê nehatine girtin. Her wiha lêgerînên ji bo dîtina Dokûyê jî 57 roj in didomin. Lêbersîna der barê windabûna Dokûyê hatiye destpêkirin jî wekî xwe yê berê ye. Nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî destnîşan kirin ku divê bûyer bi awayekî dorfireh bê lêpirsîn. 
 
Endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Jina ya Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, bibîr xist ku nêzî du meh in Dokû windaye. Ok, diyar kir ku rêxistinên ciwana, rêxistinên demokratîk li aqûbeta Dokûyê dipirsin û got, bi rojan e li heman cihî lêgerîn tên kirin. Ok, anî ziman ku ev demek e ji partiya wan tê pirsîn ku Dokû li kuderê ye û got: "Divê ne li ESP'ê li cihê ku Dokû lê winda bûye lê bê gerîn. Gumanbarê sereke Zaînal Abarakov e. Divê pêşî ji wî û ji malbata wî bê pirsîn. Ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan bi paş ve bixin ev yek tê kirin. Gelo, rayedarên dewletê dixwazin seyra bûyerê biguherînin? Serdozgerê Komarê yê Dersimê gotibû çi hewce be wê bikin. Lê polîs radibin tên ji partiya me dipirsin." 
 
Ok, bibîr xist ku 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê diyarî Gulîstan Dokûyê dikin û got, ji bo jinên din bijîn divê di 8'ê Adarê de qîrîna Gulîstan Dokûyê veguhere serhildanekê. 
 
Rêvebira Komeleya Jina ya Rosayê Rûken Erguneş, anî ziman ku civîn bi saziyên jinan re çê kirine û hemû agahî berhev kirine. Erguneş, anî ziman ku haya wan ji hevdîtin û nîqaşên di navbera Dokû û Zaînal Abarakov de pêk hatine çê bûye û pê hesiyane ku li rektoriyê bi mobbîngê re rû bi rû maye û got: "Komek hevalên me çûn Dersimê. Hevdîtin bi malbatê, rektorî, walîtî û hevalên Gulîstanê re çê kirin. A rast tiştên Gulîstan li kafeyekê xebitiye û mamosteyê wê tehde lê kiriye. Berî winda bibe bi du rojan ew û hevalê xwe dikevin qirika hev, polî tên. Beriya her tiştî divê ev tişt esas bên girtin. Em hîn bûn ku bavê hevalê wê polîs e.. Îfadeya Abarakov hatiye girtin. Lê heger întihar be, li gor me ev cinayet e." 
 
‘GULÎSTAN DOKÛ LI KU YE Û LI DERSIMÊ ÇI DIQEWIME?' 
 
Erguneş, anî ziman ku li her derê bajêr kamera hene, lê Dokû li cihekî ku kamerayên wê naşoxulin daketiye û ev yek jî cihê nîqaşan e. Erguneş, got: "Gava em van tiştan hemûya bînin cem hev, delîl derdikevin holê. Li bajêr li hemberî jinên ciwan polîtîkayine taybet hene. Em dixwazin rêxistinên jina, baro, saziyên dewletê yên di vî karî de xwedîberpirsiyar in divê karê xwe baş bikin û ji bo ev tişt zelal bibe çi hewce be bikin. Mafê me ye em bipirsin; 'Gulîstan Dokû li ku ye? Li Dersimê çi diqewime? Li Dersimê li hemberî jina polîtîkayine çawa pêk tên?'" 
 
‘LÊGERÎNA LI BAJARÊ DIBE JI BO GUHERANDINA HEDEFÊ BE' 
 
Seroka CHP'a Dersimê Gonul Ozer jî destnîşan kir ku hê jî xebatên ji bo lêgerînê nediyar in û got, ev tiştekî pir wehîm e. Ozer, anî ziman ku lêgerîna li devera bendavê dibe ku ji bo guherandina hedefê be jî û got, tenê ne li bendavê, divê lêgerîneke dorfireh bê kirin. 
 
‘HEGER BIXWAZIN DIKARIN DI NAV 24 SAETAN DE BIBÎNIN' 
 
Dayika Aştiyê Zekiye Yilmaz jî got: "Wisa bawer dikim heger bixwazin dikarin di nav 24 saetan de bibînin." Yilmaz, anî ziman ku Dersim bajarekî biçûk e û li bajêr çûkek jî bifire hayê rayedaran jê heye û xwest divê bûyer baş bê lêkolînkirin. 
 
Hevseroka Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici jî got: "Bila Gulîstan Dokû bê dîtin, sûcdar bên cezakirin. Ji bo dîtina Gulîstanê çi hewce be em ê bikin. Divê hesasiyeta ji bo vê yekê zêdetir bibe."