Platforma Jinan a Enqerê: Divê Hasan Bîlgîlî bê girtin

  • jin
  • 14:48 19 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê, ji bo tevlîbûna danişîna doza darizandina Hasan Bîlgîlî yê tacîzî bijîşka beytarê Ç.B. kir a di 26’ê Sibatê de bê dîtin, kir.  

Platforma Jinan a Enqerê, berî danişîna doza darizandina xwediyê Nexweşxaneya Heywanan a VCOM a li Enqerê Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê tacîzî bijîşka beytarê Ç.B. kir a di 26’ê Sibatê de bê dîtin, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Çandê ya Mulkiyeler hat lidarxistin. Di civînê de pankarta “Hasan Bîlgîlî tecawîzkare, divê bê girtin” hat vekirin. 
 
Endama platformê Esam Çaglak, di civînê de axivî û got: “Ji bo ku tecawîzkar Profesor Hasan Bîlgîlî bê girtin, emê li dibistanan, li kolan û li her qadê têkoşîna xwe bi rêve bibin.” 
 
‘HER KES LI BAXÇEYÊ EDLIYÊ BIN’
 
Çaglak, banga tevlîbûna danişînê ya di 26’ê Sibatê de li Edliya Enqerê bê dîtin kir û wiha got: “Hasan Bîlgîlî, Serkan Dûrmaz ên tecawîzkar û hevkarê wan Husyîn Şenyûrt divê bên girtin. Li edliyê jî vê daxwaza xwe bînin ziman.”
 
Piştî axaftina Çaglar, daxuyanî bi berzkirina “Bijî piştevahiya jinê” bi dawî bû.