Yekane hosteya jin a taxê: Nesîbe Curga

  • jin
  • 09:40 13 Kanûn 2017
  • |
img

WAN - Nesîbe Curga li navçeya Artemêtanê kel û pelên elektronîk çê dike û bi vê xebata xwe dilê jinan şa dike. Ji destên Curga pense û qablo nakeve û alavên elektronîkî tamîr dike. Beyî ku guh bide nêrînên şaşwaz, xebata xwe didomîne. 

Nazîfe Curga ya 35 salî li Taxa Firatê ya navçeya Artemêtana Wanê dijî û yekane jin e ku li taxê alavên elektronîk û spî tamîr dike. Taxa ku Curga lê dimîne, welatiyên li wir di salên 90'î de gundên wan hatine şewitandin û koçî vê taxê kirine. Li serê her kuçeyê dikaneke piçûk heye. Kargeha Curga ji odeyeke piçûk pêk tê, tabelaya dikana wê jî tune ye. Her çendî bi çaveke şaşwaz li Curga bê mêzekirin jî 6 sal in vî karî dike. Curga aşkera kir ku ew ji hosteyên mêr ên li taxê zêdetir tê naskirin û bi karê xwe derdikeve pêş û wiha axivî: "Min navek jî li vir nekir. Ji xwe hûn bêjin dikana dayika Nazîfe her kes nas dike."
 
‘TIŞTÊN LI MALÊ XIRAB DIBIN EZ ÇÊ DIKIM’
 
Curga aşkera kir ku hevjînê wê bi salan e tamîrkar e, destpêkê ji bo alîkariyê bide hevjînê xwe hatiye dikanê, bi vî awayî hînî hemû kar û bar bûye. Curga da zanîn ku piştî dibistana seretayî qedandiye, meraqa wê ya ji bo tamîra elektronîk û tiştên malan zêde bûye û bi salan e kel û pelên li malê dema xirab dibin, ew bi xwe tamîr dike û wiha got: "Ji bo mirov vî karî bike, hewldana mirovan gelekî girîng e. Lê ez vê yekê zêdetir bi hêza jinê ve girê didim. Ez zewicî me û 4 zarokên min hene. Bi salan e ez vî karî dikim. Hevjînê min karê tamîrê dikir, min jî di her warî de alîkariya wî dikir. Ez rojekî li xwe hesiyam ku ez hemû karan dikim û min got ez çima vî karî nakim. Min bi wê pirsê dest pê kir û 6 sal e ez bi vî karî re eleqedar im."
 
‘CILŞO, UTÎ Û TOZMIJ..’
 
Curga destnîşan kir ku tiştên li malê xirab dibin, şêniyên taxê tînin gel dikanê û wiha domand: "Dema şêniyên taxê kel û pelên xirabûyî tînin, hevjînê min dibêje ku 'Bidin Nesîbeyê ez jê fêm nakim.' Ji ber ku min bi demê re xwe bi pêş xist, ez niha cilşoyan tamîr dikim; lê hevjînê min çê nake. Gelek jinên taxê tên gel min û ez hînê wan jî dikim. Gelekî kêfxweş dibin. Dema sobeyên elektronîk an jî çanîkên avê germ dikin, xirab dibin, êdî li malên xwe tamîr dikin. Dema mêr kel û pelan ji bo tamîrê tînin gel min, destpêkê gelekî şaşwaz dibin û aşkera dikin ku ew cara ewil bi rewşeke wiha re rû bi rû dimînin. Ez niha kel û pelên wekî sobeyên elektronîk, cilşo, utî, taweyên elektronîk, tozmij û hwd. tamîr dikim. Ez bandorê li ser der û dorê jî dikim. Kurê min ê piçûk sibê heta êvarê di destê wî de çakûç li wan deran digere."
 
‘EZ DIXWAZIM KARÊ XWE MEZIN BIKIM’
 
Curga, anî ziman ku dikana wê piçûk e û ji ber pirsgirêkên aborî nikare mezin bike û pereyê ku qezenc dike, pê zarokên xwe dide xwendin. Curga diyar kir ku heke ew hinekî pere qezenc bike, dê dikana xwe mezin bike û wiha bi dawî kir: "Dema ez diçim gel tomerîfiroş gelek tişt ji bo min lazim dibin; lê ji ber ku dikan piçûk e, ez cih nabînim. Li gel hemû zehmetiyan jî ez dest ji kar bernadim û ez dixwazim hînî jin û zarokan jî bikim."
 
MA / Nîmet Olmez