'Gulîstan Dokû li ku derê ye’

  • jin
  • 13:53 20 Çile 2020
  • |
img
STENBOL - Aktîvîstên TJA û Meclîsên Jinan ên Rêxistinên HDP’ê yên Stenbol û Rihayê aqûbeta Gulîsan Dokû pirsin û xwestin demildest bê dîtin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê di 5’ê Çile de winda bû û ji wê rojê û vir ve agahî jê nayê girtin de, li avahiya HDP’ê ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Jinan pankarta “Gulîsan Dokû li ku derê ye?” bi salona civînê ve kirin. Parlamenterên HDP’ê Dilşat Canbaz û Ayşe Surucu başdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Parlamentera Stenbolê Dîlşat Canbaz di daxuyaniyê de axivî û ev pirs kir: “Li cihekê ku hemû kes hev baş nas dikin de, ligel hemû bang û dengan jî çawan dibe ku Gulîstan nayê dîtin?
 
Canbaz, diyar kir ku li Dersimê polîtîkayê şerê taybet tên birêve birin û wiha got: “Ligel ewqas lêgerînê jî nayê dîtin. Heya ku Gulîstan bê dîtin em ê Baro û Meclîsên Jinan ên wê derê re tevbigerin. Weke jin em ê dest ji şopa vê bûyerê bernedin.”
 
Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu jî, di axaftina kir de, diyar kir ku windabûna Gulîstan parçeyeke polîtîkayên şerê taybet ên li Dersimê tên bi rêve birin e. 
 
‘ENCAMA POLÎTÎKAYÊN CEZA NEKIRINÊ YE’
 
Dûre aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever daxuyanî xwend. Îşsever, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet her tim li Dersimê tên birêve birin û wiha axivî: “Evqas tundî, tacîz, tecawîz û bûyerên îstîsmarê yên li dijî jin û zarokan heya niha di dîroka Dersimê de nehatiye dîtin. Ev hemû encamên polîtîkayên ceza nekirin û feraseat efo ji bo  îstîsmarkaran derxistinê ye.” 
 
‘EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN WE YÊN DIJMÎNÊ JINÊ RE ŞER BIKIN’
 
Îşsever, da zanîn ku Gulîstan ev 16 rojin windaye û wiha bilêv kir: “Ji bo pirsa aqûbeta jinan kirin, çalakî tên lidarxistin. Lê ev çalakî tên qedexekirin. Li hemberî pirsa ‘Gulîstan li ku derêyê? hin kes ne rehet dibin. Îro jin tên qetilkirin, tecawîzkirin û windakirin. Cezayê qatilan kêm dikin. Ev jî rê li ber komkujiyên jinan vedike. Gelo çima lêgerîna Gulîstan tê astengkirin? Di sala 2019’an de 474 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Em nexwazin êdî jinek din jî ji me kêm bibe û jinek din ji aliyê zilaman ve bê qetilkirin. Em dibêjin ku cînayetên jinan ne takekesî, polîtîkin. Heya ku aqûbeta Gulîsan bê aşkere kirin emê berxwedana xwe dewam bikin. Wê pergala ku jinan qetil dike, bêdeng dike û dike kole winda bike û emê qezenc bikin. Wê piştevahiya jinan qezenc bike.”
 
RIHA 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Rihayê jî, têkildarî windakirina Gulistan Doku li avahiya HDP'ê ya Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Li gel meclîsa Jinan a HDP’ê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê jî di civînê de amade bûn. Jinên hatin tev li daxuyaniyê bûn rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan li nasnameya jinan nerî û di GBT'ê re derbas kirin. Dema polîsan nasname kontrol kirin, Rêvebera HDP'ê Ferda Oncel  binçav kirin. Polîsan diyar kirin ku der barê wê de lêpirsîn heye û divê bibin îfadeyê wê bigirin. 
 
Di çalakiyê de Hevseroka  HDP'ê Emine Çetiner, diyar kir ku li bajarê her der di bin kamerayan de ye mirov çawa tên windakirin û wiha got: "Em bawer dikin ku lêpirsînek baş nayê kirin. Kesên ku ji bo windakirina Gulistan Doku  hincetan nîşan didin û ji bo neyê dîtin hincetan pêş dixin û kesên ku jinên hesap dipirsin asteng dikin heman kes in. Çetiner, anî ziman ku li Kurdistanê siyaseta necezakirinê tê meşandin.