Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir

  • jin
  • 09:10 10 Kanûn 2017
  • |
img

COLEMÊRG - Hevjîn Zelîha û Necdet Cankurtaran ên 21 sal berê ji ber bêkariyê, ji Sêwaz û Geverê koçî Stenbolê kirin, piştî fêrî karê tekstîl û dirûnê bûn, vegeriyan gundê Kerpêlê û kargeriya dirûnê vekirin. Zelîha û Necdet bi maşîneyek dirûnê kargerî vekirin niha 35 jin karê dirûnê dikin. 

 
Hevjîn Zelîha û Necdet Cankûrtaran ên ji Gever û sêwasê li Stenbolê gihiştin hev û fêrî karê tekstîlê bûn,  vegeriyan Gevere û kargeriya tekstîlê vekirin. Hevseran bi makîneyek destpê kirin û niha bi 30 makîneyan û 35 jinan berdewam dikin. 
 
Li gundê Kerpêlê ya Gevera Colemêrgê Zelîha û Necdet Cankurtaran bi vekirina kargeriya dirûn û tekstîlê ji bo gundiyan bûne çavkaniya aboriya. Zelîha û Necdet Cankurtaran 21 sal berê ji ber bêkariyê koçê Stenbolê kirin, 7 salin vegeriyane gundê Kerpêlê û bi karê tekstîlê debara xwe dikin. Hevjînên ku 7 sal berê kargeriya dirûn û tekstîlê vekirin, niha bi 30 maşînê dirûne û 35 jin karê  dirûn û fesalê dikin. 
 
BI MAKÎNEYEKÊ DEST PÊ KIRIN, NIHA 30 MAKÎNEYÊN WAN HENE
 
Zelîha Cankurtaran diyar kir ku dema di tekskîlê de dixebitî Necdet Cankurtaran naskiriye û bi wî re zewiciye û wiha got: "Ji ber ku malbata min li Sêwazê kar nedît, koçî Stenbolê kirin. Necdet jî ji ber kar nedîtibû ji Geverê koçî Stenbolê kiribû. Me Stenbolê hev du nas kir û em li wir zewicîn. Em jî wir jî çûn Edîrneyê. Li Edîrneyê me makîneyek sitend û em hatin gund. Me li vir atolye vekir." Cankurtaran anî ziman ku ew bi makineyekê hatine gund, niha 30 makîneyên wan hene û wiha pê de çû: "Ji ber ku me karê xwe li gunda berdewam kir, karê me pir zêde bû. Pereyê av, ceyran, rê û kirê di bêrîka me de ma. Me mala xwe veguherand atolyeyê û 7 sal e em li vir dixebitin."
 
'EM BI HILBERANA JINAN MEZIN BÛN'
 
Cankurtaran destnîşan kir ku ji bo aboriya li Gever bi pêş bikeve, ew hatine gund û li vir atolye vekirine û wiha axivî: "Heta ciwanan diçin bajarê mezin, bila li gundên xwe bixebitin. Niha li vir 30 jin em bi hev re dixebitin. Tev jî ji bo aboriya xwe dixebitin. Hilberîna jin a li vir pir baş e. Bi hilberana jinan em mezin dibin." 
 
Hevserê Cankurtaran, Necdet Cankurtaran jî banga piştevaniyê li esnafên Gever kir û wiha got: "Berhemên ku em li vir çêdikin, niha em didin esnafên Geverê. Bila esnafên Gever şûna ji derve tiştan tînin, bila ji herêma xwe û ji me bistînin." Cankurtaran herî dawî diyar kir ku dive li hemû gundên Geverê cîhê wiha bên vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em dikarin bi van atolyeyan aboriya Geverê li ser piya bigirin û hêj pêşve bibin."
 
MA / Fethî Balaman