Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin

  • jin
  • 21:23 9 Kanûn 2017
  • |
img

ÎZMÎR - Prof. Dr. Feride Aksu di panela "Îxraca KHK'ê û rûyê wê yê nayê dîtin: Cerebeyên jinan ên jiyanê" ya ku Meclîsa Jinan a KESK'ê pêk anî de diyar kir ku ji ber îmze avêtiye danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" ne poşman e û baş e hatiye îxrac kirin. 

Meclîsa Jinan a KESK'ê li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmirê panela "Îxraca KHK'ê û rûyê wê yê nayê dîtin: Cerebeyên jinan ên jiyanê" pêk anî. Di panelê de Doç. Dr. Aynur Ozugurlu, Hîndekar Deniz Kimyon Tuna û Prof. Dr. Feride Aksu wekî şahid tev li panelê bûn. Di panelê de Prof. Dr. Feride Aksu diyar kir ku ji ber îmze avêtiye danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" ne poşman e û baş e hatiye îxrac kirin. Aksu, diyar kir ku ji ber di qedexeya derketina derve ya bajarê kurdan de tu gav neavêtiye ji bo wê pir giran e û wiha got: "Li Cizîrê pitika bi navê Miray ji aliyê sekvanan ve hat kuştin. Disa li Sîlopya Dayika Taybet ku temenê min û wê wekhev e li kolanê hat kuştin û cenazeyê wê li kolanê ma. Dîsa cenazeyê Cemile bi rojan di dolabê de hat hiştin. Li stenbolê ji ber ciwana ji tîmên taybet re got 'galoş têxin pê' hat kuştin. Em li welatekî wisa dijîn. Min di pêvajoyek wisa tarî de xwe bê çare dît. Di hundirê min de qêrînek ku xwe da der hebû. 
Ji bo ez hestiyariya xwe ya li dijî civakê bînim ziman min ev îmze avêt û ne poşman im. Ez qet ne poşman im û baş e ez hatim îxrackirin. Li hemberî kesên bedel dane ya min ne tiştek e. Li hemberî kesên jiyana xwe ji dest dan û kesên zarokên xwe winda kirin ne tiştek e. "
 
Divê li diji bûyerê wisa her kes li gorî wicdanê xwe tev bigere. Me got divê xizmeta tenduristiyê serbixwe be. Divê xwe bigîhe her kesî û her kes karibe sûdê jê bigire. Hemû kesî dît ku mirov ji bo xwe bigîne mafê tenduristiyê alên spî rakirin û derketin kolanan. Ez kesek ji bo xizmeta wekhev a tenduristiyê têdikoşim. Vê dîmena bi ala sipî ji bo min bû niqra dawî. Divê tu kes vê yekê qebûl neke."
 
Di panelê de Doç. Dr. Aynur Ozugurlu ya hatiye îxrackirin jî anî ziman ku hem akademîsyen û hem jî feminist e. Ozugurlu, diyar kir ku tevî xwenekaran ji bo wekheviya zayeniya civakî û li dijî cudakariyê ji bo parastina wekheviyê tedikoşin û wiha got: "Ez li gel hevalê xwe yên tekoşînê didin her dem li ser wekheviya nirxên mirovan ê wekhev û gerdûnî parastinê dikin. Dema kaxiz hat pêş me me li gorî wîcdanê xwe imze kir. Wê demê şer hebû û niha jî didome. Bertekdayîna me ya li dijî şer ne tesadifî ye. Enqere cuda ye. Mêrdîn û Amed cuda ye û Samsûn cuda ye. Lê bi rastî jî Mêrdîn û Amed pir cuda ye. Wan pir cuda ye. Ez wekî jinekê jî diviya bû li dijî vê pêvajoyê bertek û nerazîbûn bên nîşandan. Diviya bû li dijî milê zayendîperest, kapitalizt û baviksalarî yê dewletê milê OHAL'ê bertek bihatina nîşandan. 
 
Jinên ku li dijî diktatoriya militarist û leşkerî ya bi serê me de hatiye, OHAL û ewlehiya neteweyî ya bi KHKyan pir feraseta mêrê serdrest e.