Jinên vî gundî şîfayê belav dikin

  • jin
  • 09:26 9 Kanûn 2017
  • |
img

QERS - Jinên li gundê Bogatepe yê Qersê piştî komele ava kirin bi berhemên alternatîf yên tibê şîfayê belav dikin. Jinan bi vê xebata xwe rûpelek nû li dîrokê vekirin. Jinên ku komele avakirin li kargeriya xwe gihayan kom dikin û ji bo nexweşiyan dikin dermanê bi şîfa. Gundiyên nexweş dikevin li şûna biçin nexweşxaneyê tên derman ji van jinan distînin.

Li Gundê Bogaztepe yê Qersê ku 40 kilometre dûrî bajar e, kom bûn û bi difaqî kargeriya dermanên xwezayî ava kirin. Jinên ku li gund Komeleya Jiyanê û Derdorê ya Gundê Bogatepe avav kirin, gihayê ji çolê kom dikin li kargeriya xwe dikin derman û li nexweşan belav dikin. Jinan di bin navê komeleyê de Kargeriya Parastina Gihayê Marjinal" saz kirin. Jinên ku di sala 2007'an de komele ava kirin ji 45 jinan û 15 mêran bi giştî ji 60 endaman pêk tê. Li gundê 650 cureyên giha û nebatan heye, jê 35 gihayê herêmê dikin derman û diparêzin. Jinên ku giha kom dikin ji bo bikin derman dikin rûn û krem û dermanê birînan. 
 
Seroka Komeleya Jiyanê Zumran Omur, li ser xebat û projeyên xwe ji Ajansa Mezopotamya  (MA) re axivî. 
 
Omur, anî ziman ku di sala 2005'an de mêran li ser navê Gihayê Tibbî kooperatif ava kiribûn û wiha got: "Me jî ji bo piştgiriyê di sala 2007'an de serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Me ji NY'ê xwest ji bo piştgiriya kooperatiftê alîkarî bide. NY'ê jî ji bo alîkarî bide xebatktarên jin xwest. Mêrên ku kooperatif vekiribûn alîkarî ji me xwest. Mêran pere û jinan jî qada tenduristiyê hilbijart. Piştre jinan qezenç kir û komele ava kirin. Me di bin navê komeleyê de Kargeriya Gihayê Marjinal ava kir. Komele ji 45 endamên jin û 15 endamên mêr pêk tê. Em li herêmê 35 cureyên giha û nebatê dikin derman û şîfayê belav dikin. 
 
 
'ME JI BO 17 CUREYÊN BERHEM SERTÎFÎKA ORGANÎK STEND'
 
Omur, destnîşan kir ku ji giha û nebatên berhev dike merhem û rûn hildiberînin û berhemên ku dibe derman ava dikin. Omur, da zanîn ku eleqeyek mezin heye û wiha got: "Em van giha dikin derman û ji bo nexweşiyan bikar tînin. Hemû berhem û hilberîn yê ji bo tibba xwezayî ye. Heta ku ji destê me tê em naçin nexweşxanê. Yên ku li gund nexweş dikevin jî naçin nexweşxaneyê. Naçin ji dermanfiroşan derman nastînin. Hemû tên li vir derman distînin. Me ewil kargeriyek biçûk vekiribû. Niha me kargeriyek mezin vekiriye. Niha me ji bo 17 berhemên nebatên xwezayê sertîfîka stendiye. 
 
JINÊN GUND ÊDÎ DI NAVA CIVAKÊ DE NERÎNA LI SER JINÊ GUHERTIYE
 
Omur, da zanîn ku jinên li vî gundî bi xebat û hilberîna xwe nerîna mêr û mirovên derdorê ya li dijî jinan guhertiye û jinên vî gundî êdî wekî jinên di goman û li malê dixebitin nayên dîtin. Wekî jinên ku zarokan çê dikin û karê malê dikin nayên dîtin. Bêtir wekî bijîşk û hekîm tên naskirin. Di nava malê u nava civakê de êdî jin ne li pişt mêr e. Li tenişta mêr e. Di nava civakê de mêr çiqas bi qîmet be, jin jî ew qas bi qîmet e."
 
Omur, da zanîn ku bi alîkariya pispor û bijîşkan li ser giha û nebataın xebitîn û bi hevre li ser gihayan lêkolîn kirin û niha dizanin kijan giha ji bo kijan nexweşiyê derman e û kijan giha çawa tê xebitandin. Omur, da zanîn ku piştî kargerî ava kirin giha kom dikin û li vir hilberîna dermanê nebatî û xwezayî dikin. 
 
Omur, destnîşan kir ku her gihayek di demekê de tê komkirin û piraniya giha û nebat di dawiya meha gulanê de kom dikin û dikin derman. Omur, bilêv kir ku di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de jî gihayan kom dikin û di meha îlonê de jî koka wan kom dikin û ji her beşek giha û nebat cureyekî derman çê dekin. Omur, da zanîn ku gihê kom dikin dovê wan jî ji bo berdewamiya wan kom dikin û di demsala zivistanê dîsa direşînin. 
 
Omur, bilêv kir ku ji her cureyekî nebat cureyekî derman çê dikin û her gihayek ji bo gelek nexweşiyan derman .e 
 
 
MA / Mahmut Ruvanas