Li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane

  • jin
  • 09:15 20 Kanûn 2019
  • |
img

AMED - Li Amedê, di salekê de 9 jin hatine kuştin. 7 jê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane. Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Adalet Kaya, got li dijî kuştina jina ew ê li qadan bitêkoşin. 

Li Tirkiyeyê di navbera 1'ê Çileyê û 20'ê Kanûna 2019'an de 429 jin hatine kuştin. Her wiha di sala 2019'an de 94 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di sala dawî de ji 429 jinên ji hêla zilaman ve hatin kuştin 9 jê li Amedê hatine kuştin û ji 94 jinên bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane jî 7 jê li Amedê jiyana xwe ji dest dane. 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Seroka Komeleya Jina ya Rosa Adalet Kaya, li hemberî cinayetên jinan bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna jiyana û got, ew ê tevî saziyên jinan hemûyan li dor têkoşîneke hevpar bên gel hev û bi awayekî xurt sala 2020'an pêşwazî bikin. 
 
Kaya, bêdengiya civakê ya ji bo komkujiyên jinan nirxand û got, ev rewş ji ber "hesta bêçaretiyê" ya tê xwestin li jinê bê ferzkirin pêk tê. Kaya, diyar kir ku ji ber vê jî hesta tepisandin û tirsê li civakê peyda bûye û komeleya wan hewl dide li hemberî vê bêdengiyê hayjêxwebûnê li li civakê peyda bikin. 
 
Her wiha Kaya, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê û qanûna jimare 6284'an pêk nayê û got, heger pêk bê wê jin li hemberî şidetê bên parastin û got: "Ev qanûn dikarin pêşî li şidetê bigirin û jinan biparêzin. Lê mixabin pêk nayên. helbet ev hemû bi polîtîkaayên heyî, bi stratejiyên pêk tên ve girêdayiye. Çimkî her roj şidet zêde dibe. Polîtîkayeke bêcezatiyê heye". 
 
MEXDÛRIYETA JI BER QEYÛMAN 
 
Kaya, destnîşan kir ku piştî tayînkirina qeyûman gelek saziyên jinan hatine girtin û ji ber vê jin bêtir mexdû dibin. 
 
Kaya, diyar kir ku Komeleya Jina ya Rosayê di serdemeke ku komeleyên jinan hatine girtin de hatiye avakirin û armanca wê ew e ku di civakê de guherîn û veguherînekê çê bike û xebatên serwextkirinê bike. Kaya, got: "Derdê me ne ew e ku piştî şidetê em destekê bidin. Armanca me ew e ku em pêşî li şidetê bigirin û hayjêxwebûnê li civakê peyda bikin. Xebatên me yên di vî warî de çê bûn. Lê belê bi tayînkirina qeyûman saziyên jinan hatin girtin. Ji ber vê jin ji ber şidetê serî li me didin. Niha hema bêje saziyên jinan nemane. Halbûkî armanca me ne ew bû ku em bibin navendeke serlêdanê, armanca me em dakevin qadan û bixebitin. Lê di vê sala nû de em ê li taxan, li malan xebatan bi rê ve bibin". 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel