Meclîsa Jinan a Stenbolê xwest 7 kesên belavok belav kirin serbest bên berdan

  • jin
  • 14:33 29 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL – Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê bi boneya 6 jê jin, 7 kesên belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin û bi hinceta “Em li dijî tundiya dewleta mêr di îsyanê de ne" hatin girtin, daxuyanî dan û xweztin serbest bên berdan. 

 
Li Stenbolê koma di navde 6 jin û mêrek hebû di 24'ê mijdarê de, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser jinan belavok belav kirin û xwestin balê bikişînin ser tundiyê. 7 kesên belavok belav kirin hatibûn binçavkirin û bi hinceta “Em li dijî tundiya dewleta mêr di îsyanê de ne" hatibûn girtin. Heyeta dadgehê îdîa kir ku bi vê yekê dewlet biçûk xistine. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê li avahiya HDP'ê ya Bajar a Beyoglu daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan li salonê pankarta "Em dê li dijî tundiya dewleta mêr îsyanê mezin bikin, bijî piştevaniya jinan" vekirin û daxuyanî dan. Di civînê de parlamentera HDP'ê Oya Ersoy, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut û Nûnerên Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) û Tevgera Jinên Azad (TJA) amade bûn. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan didomin û wiha got: "7  kesên belavok belav kirin hatin girtin. Xeta jinan a HDP'ê; îtîraza li dijî desteserkirina destkeftiyên jinan e. Em dê parastina mafên xwe yên demokratîk berdewam bikin. Tişta heyî tundiya dewleta mêr e. Têkoşîna li dijî vê yekê mafê me yê herî demokratîk e. " 
 
Endama SKM'ê Gamze Toprak jî anî ziman ku tu tundî nikare têkoşîna jinan bi sînor bike û got: "Me wekî jinan tundiya dewleta mêr teşîr kir. Jin dikarin piştevaniya jinan mezin bikin."  
 
Parlamenter Oya Ersoy jî anî ziman ku di 25'ê mijdarê de jinan qad tijî kir û nişan dan ku di têkoşîna xwe de çiqas mafdar in. 
 
Piştî axaftinan Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê Beser Çelîk daxuyanî xwend. Çelîk, anî ziman ku ew tundiya dewleta mêr ji nêzîk ve nas dikin û got: "Li gori me jinan dewlet; mêr e û nêr e, zordest e. Me ev herî dawî di 25'ê mijdarê meşa jinan de dît. 
 
Çelik, xwest demek berî demekê hevalên wan ên hatine girtin serbest bên berdan