Bi qîrkirina ‘Em naxwazin bimirin’ dê derkevin qadan

  • jin
  • 15:03 23 Mijdar 2019
  • |
img
WAN – Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Wanê bang li jinan hemû kirin li dijî kuştina jinan derkevin qadan. 
 
Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Wanê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li Dijî Tundiya ser Jinan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) ya Wanê Fatma Arslan daxuyanî da. Arslan da zanîn ku şidet û polîtîkaya vê zîhniyetê xwedî dike didome û ew ê bi qîrkirina “Em naxwazin bimirin” li dijî kuştina jinan li qadan bin. Arslan anî ziman ku wan kampanya “Em jiyana azad û wekhev dixwazin” dane destpêkirin û dê heta 8’ê Adarê dewam bike. Arslan da zanîn ku li her qadê jiyanê şidet li ser jinê têk irin û li dijî kuştin û şidetê bang li jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de derkevin qadan.