Jinên Perîyê: Em dê di 25'ê mijdarê de li dijî qeyûm dakevin qadan

  • jin
  • 10:41 23 Mijdar 2019
  • |
img
DERSÎM – Jinên Bajaroka Perîyê ya Dersimê ku qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin, bertek nîşanî ayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li Qadan bin û li vîna xwe xwedî derkevin. 
 
Jin dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan li gelek navendan dakevin qadan û daxwaza mafê xwe bikin. Jinên Bajaroka Periyê ya Dersîmê jî diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li dijî hişmendiya qeyûm û tundiya li ser jinan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Welatiya Periyê Sakine Yildiz, diyar kir ku li ser vê erdnîgariyê mirov jin be zahmet e û wiha got: "Têkoşîn hebûma me nîşan dide. Bi taybetî em jinên Kurd rastî gelek astengiyan in. Hem ji aliyê malbatê û hem jî ji aliyê dewletê ve em rastî astengiyan tên. Em hemû tundiya li dijî jinê nalet dikin. Li dijî van tundiyan divê jin bêtir bi zanebûn û biryar têbikoşin." 
 
‘EM ÊDÎ NATIRSIN'
 
Yildiz, tayînkirina qeyûman jî şermezar kir û wiha got: "Em ê îsal li qadan li vîna xwe xwedî derkevin. Em tê qeyûmê tayînî vîna me kiriye şermezar bikin. Her carê qeyûm tayînî şaredariyê dikin. Ji ber ku AKP'ê Stenbol winda kir li dijî Kurdan bi hêrs e. Em êdî ji tiştekî natirsin. Canekî me heye bila ew jî biçe. Heta ku em hebin û em nefes bistînn emê têbikoşin." 
 
EM DÊ BÊTIR TÊBIKOŞIN
 
Welatiya 70  salî Turkan Aslan, jî anî ziman ku ew tundiya li dijî jinê qebûl nakin û wiha got: "Em ê bêtir têbikoşin û mafê xwe biparêzin. 2 carin qeyûm tayînî şaredariyê dikin. Me bi keda xwe şaredarî bi dest xist. Destkeftiyên me tehamul nakin. Dixwazin bi qeyûman me têk bibin. Lê bi ser nakevin. Em ê bêtir bi hêz û bi biryar têbikoşin."
 
Welatiya bi navê Gulten Gunduz Endama Meclîsa Şaredariya Periyê Narin Guray  jî anî ziman ku ew dê bi rengê Xemrî dakevin qadan û xwest hemû jin di 25'ê mijdarê de li qadan bêtir dengê xwe bilind bikin