Li Bismilê zilamekî jinek kuşt

  • jin
  • 20:53 3 Mijdar 2019
  • |
img
AMED - Li Bismilê zilamê bi navê Hasip A. (65) hevjîna xwe Muteber A. (49) kuşt.
 
Li Taxa Altiok a Bismil a Amedê, îro danê sibehê Hasip A. ê 65 salî hevjîna xwe Muteber A. a 49 salî kuşt. Piştî cinayetê Hasîp A. teslîm bû û hat girtin. 
 
Cenazeyê Muteber A. danê êvarî li Goristana Taxa Akpinarê hat veşartin.