'Em dest ji tekoşîna xwe ya jinan bernadin'

  • jin
  • 15:44 3 Mijdar 2019
  • |
img
ÊLIH - Aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Derya Aslan, bal kişan ser êrîşên li dijî jinan û got: "Em dest ji têkoşîna xwe ya jinan bernadin.'  
 
Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Êlihê û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya balê bikişînin ser tundî û cînayetên li dijî jinan civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de aktîvîsta TJA'yê Derya Arslan, daxuyanî da û anî ziman ku li gelek deverên cîhanê ji ber ku jin der barê jiyana xwe de biryarê didin rastî tundiyê tên û ji aliyê mêr ve tên qetilkirin. Arslan, diyar kir ku herî dawî li Navçeya Erxenî Gullu Yilmaz ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin û wiha got: "Ev tundiya mêr a ku zêde dibe, ji tundiya îktîdarê û zimanê îktîdarê yê şer sor dike ne serbixwe ye. Li Tirkiyeyê tenê di Cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin. AKP ji roja hatiye îktîdarê heta niha azadiya jinê dike hedefa xwe. Bi şerê li derve pêş dixe, li Rojava êrîşî keda jinê ya bi hezar bedelên giran ava kiriye dike û êrîşî jina berxwedêr dike. Pergala mêrê serdest, di heman demê de bi komkujiyên siyasî darbeyê li vîna jinê dixe. Yek ji mînaka vê yekê tayînkirina qeyûman e. Em dê li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Wanê bi operasyona komkujiya siyasî Hevşaredara Seravê Caziye Duman û 15 endamên TJA'yê hatin binçavkirin. Bi vê binçavkirinê û qeyûman pergala Hevserokatiyê dikin hedef. Heta niha 14 şaredariyên me hatin xezpkirin. 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA HEVRÎN XELEF BERDEWAM BIKIN'
 
Aslan, da zanîn ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 salan li dijî DAIŞTê têkoşînek dijwar da û wiha got: "Di êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Hevrin Xelef hat kuştin. Yek ji jnên li dijî DAIŞ'ê şer kirbû Xelef bû. Siyasetmedara Jin a Kurd Hevrin Xelef yek ji pêşenga têkoşîna jinê ya bilind dibe bû. Ji aliye çeteyên bermahiyên DAIŞ'ê ve hat kuştin. Divê em jin beri her titî bi hevre têkoşîna jinê bilind bikin. Em dest ji têkoşîna jinan bernadin. Em di têkoşîna xwe de heta dawî mafdar in."