Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê di 25’ê Midarê de ji qadan bin

  • jin
  • 15:17 26 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan HDP’ê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê starta çalakiyên mehekê li dar bixe, da. Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman li qadan bin. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê, li gelek banaran civînên çapemeniyê li dar xist û stara çalakiyên mehekê da. 
 
ENQERE  
 
Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya  Enqerê, civîna çapemeniyê li avahiya navçeya Çankaya ya HDP’ê li darxist û starta çalakiyên mehekê li dar bixwe da. Di civînê de pankarta “Em li dijî tundiya dewletê ya zilam, di îsyanê dene” hat vekirin. 
Daxuyanî ji aliyê endama Meclî ya Enqerê Turkan Demîr ve hat dayîn. Demîr di daxuyaniya da de wiha got: “Tundî, tacîz, tecawîz û komkujiyên li ser jinan bi awayekî pergalî dewam dikin. Cînayetên jinan polîtîkin. Bi têkoşînê emê pêşiya vê polîtîkayên bigirin. Parastina çewherî mafe. Emê xwe bidin yek û rêxistina xwe ya parastina çewherî dewam bikin. Dîsa bi hinceta ‘pergala hevserokatiyê’ qeyûm tayînê  şaredariyan kirin. Vîna jinan xesp kirin. Emê tu carî vê yekê qebûl nekin. Emê li dijî siyaseta qeyûman a ku vîna jinê nas nake li qadan bin.”
 
ÎZMÎR
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê jî, di civîna li dar xist de bernameya xwe ya çalakiyan aşkere kir û wiha got: “Hevserokatî xeta me ya more. Ji ber polîtîkayên şer, sûcên li dijî jinan zêdetir bûne. Emê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Di 9 mehên dest pê kê yên salê de nêzî 300 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Hevkariya zilam û dewletê her ku diçe mezintir dibe. Lê emê heya dawiyê li dijî vê îsyana xwe  mezin bikin.”
 
 AMED
 
‘EMÊ LI QADAN BIN’
 
Meclîsa Jinan a Amedê jî, bi şîara “Li dijî tundiya zilam û dewletê em di îsyanê dene” civîna çapemeniyê lidarxistin. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civîna Amedê de jî, jinan bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha  hat gotin: “Em ê li dijî mafê me yê nefeqe ku tê xestpkirin, li qadan bin. Di têkoşîna jinê de divê tiştên li Rojava hatin jiyîn neyin ji bîr kirin. Yên ku Çîçek Kobanê dîl girtin, bi kincên TSK û navê komara Tirkiyeyê de komkujiyan pêk tînin. Emê têkoşîna xwe ya  li qadan mezin bikin û deng bikdin şoreşa jinê ya li Rojava 
 
DERSIM
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê jî, starta bernameya 25’ê Midar da. Civîn li avahiya HDP’ê ya bajêr hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku ewê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. 
 
 
STENBOL 
 
Li Stenbolê jî, Meclisa Jinan a HDP'ê daxuyanî da û bernameya xwe ya mehekê aşkere kir.