7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe

  • jin
  • 14:02 23 Mijdar 2017
  • |
img

COLEMÊRG – Li Colemêrgê, piştî hevjînê wê tê girtin Nergîz Açar bi tena serê xwe tesîsa vehesandinê ya li Geliyê Zapê ye dişoxilîne. Açar got ku wê nehiştiye zarokên wê muhtacî tu kesî bibin û ji ber ev yek rewşa ‘divê jin çi bikin’ daye der kêfxweş e. 

Li Colemêrgê, hevjînê Nêrgîz Açarê di sala 2005’an de li Geliyê Zapê tesîsa vehesandinê vedike û Nêrgîz Ûçar jî alîkariya hevjînê xwe dike. Lê belê piştî hevjînê wê û kurê wê hatin girtin, Açar bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe. Açar, diyar kir ku karê wê karekî zehmet e, lê belê dîsa jî tevî hemû zor û zehmetiyan ji bo malbata xwe kar bi rê ve dibe. 
 
DEMA KURÊ WÊ Û HEVJÎNÊ WÊ HATIN GIRTIN, KAR LI SER PIŞTA WÊ MA 
 
Açar, got ku dema hevjînê wê tesîs vekiriye wî û kurê wê bi rê ve dibir û di demên ewil de wê jî alîkariya wan dikir. Açar, got ku lê belê ji ber bûyerekê hevjîn wê û kurê wê yê mezin di sala 2010’an de hatine girtin û ji wê rojê heta niha ew tesîsê bi rê ve dibe. Açar, diyar kir ku li herêmê xebata jinekê hinekî zehmet û bi taybetî jî karê tesîsê karekî zaf zehmet e.
 
'JI BER OPERASYONAN ÊDÎ KAR NABE’ 
 
Açar, got ku heta 4 sal berê jî ew bi şev û biroj li tesîsê diman, lê belê di salên dawî de ji ber hinceta ewlehiyê ew hatine mala xwe ya li navenda bajêr. Açar wiha got: “Dema me tesîs nû ava kir, me mala xwe anî vir. Kar baş bû. Em serê sibehê zû radibûn û em heta derengê şevê dixebitîn. Wê demê rewş baş bû, mirov dihatin. Lê ev 4 sal in ji ber pêvajoyê em tesîsê zû digirin û diçin navenda bajêr.” Açar, got ku ji ber pevçûnên demên dawî û lêgerînên Noqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê, mirov naxwazin ji navenda bajêr derkevin û ev yek bandorê li ser karê wan jî dike.” 
 
‘HEKE JIN BIXWAZIN DIKARE BIKE’
 
Açar, got ku li tesîsê bi piranî çeşnên izgarayê tên tercîhkirin û her wiha eleqeyek ji bo xwarinên herêmî jî heye. Açar anî ziman ku mişterî havînan li konan rûdinên û wiha got: “Ji ber ez xwarinan û izgarayan bi destê xwe çê dikim, mişterî memnûn in. Li vê herêmê heke tu jin bî, gelekî zehmet e, lê belê dema jin bixwaze dikare bi ser keve. 7 sal in bi tena serê xwe vî karê zehmet dikim. Hem xwedî li bîranîna hevjînê xwe derketim hem jî min nehişt zarokên min muhtacî tu kesî bibin.” Açar got ku wê nehiştiye zarokên wê muhtacî tu kesî bibin û ji ber ev yek rewşa divê jin çi bikin daye der kêfxweş e.