Her tişt bi pirsa 'Ma ez ne jin im?’ dest pê kir

  • jin
  • 09:23 26 Îlon 2017
  • |
img

STENBOL –  Sojourner Truth ku di dîroka cîhanê de yekemîn kesa feminist e ku dijî koletiyê derketiye û bi pirsa “Ma ez ne jin im?” li dijî koletiyê tim têkoşiya. 

Sojourner Truth, di sala 1797’an de li New Yorkê wek keça koleyekî hat dinyayê. Di 86 salên jiyana xwe de 13 zarok anîn dinyayê û piraniya zarokên wê wek koleyan hatin firotin. Trut di serdemeke ku têgehên wek maf, edalet, wekhevî, azadî dihatin nîqaşkirin de jiyaye. Di sala 1820’î de dema jineke ciwan bû ji ber destê “efendiyê” xwe ku tim derba mirinê lê dixist û zarokên wê firotin reviya. Bi revê êdî wek feminîstekê û wek keseke dijbera koletiyê jiya. 
Piştî ku gelek zarokên xwe windakirin û tiştekî wê nema, Truth êdî li mîtîngên qelebalix tiştên ku ji zarokatiyê ve jiyane û hatine serê wê vegotin. Truth, vedigot ku dema ew biçûk bû “efendiyê” wê kincên ser wê diqetandin, wê bi dîregegî ve girêdida û bi qamçiyan lê dida. Tenê ne êş û azarên ku wê kişandine, hemû çewisandinên der mirovî yên ku kole bi wan re rû bi rû mane vedigotin û digot divê ev pêkanînên der mirovî bi dawî bibin. 
 
FIKRA ALÎGIRÊN KOLETIYÊ GUHERAND 
 
Truth dest nîşan dikir ku di qawîşên biçûk de bi dehan reşik diman, ji ber demên xebatê yên dûr û dirêj hin mirov ji birçînan û westanê dimirin. Kesên Truth guhdar dikirin zêde di bin tesîra tiştên ku wê digotin dima. Ji ber van gotinên wê fikrê hin alîgirên koletiyê guherîn. 
 
TEVLÎ XWEPÊŞANDANÊN DIJBERÎ KOLETIYÊ BÛ 
 
Truth, di sala 1840’î de beşdarî gelek xwepêşandanên girîng ên dijberî koletiyê bû û bi hunera xwe ya belagatî mirov li qadan civandin. Bi vî awayî Truth di demeke kin de bû yek ji wan navên girîng ê tevgera dijberî koletiyê. 
 
'MA EZ NE JIN IM?’ 
 
Truth di sala 1847’an de azad bû û di sala 1851’ê de li Akran Ohioyê tevlî Konvansiyona Jinan a Navnetewî bû û di civînê de axaftina xwe ya bi ser navê Ain’t I a Woman (Ma ez ne jin im?) xwend. Di axaftina xwe de wiha got: “Min erd ajot, min çand, min ber kişandin embaran û li ser serê min merek jî tune bû. Ma ez ne jin im?” Ev tevgera wê bû afirandina dirûşmeya “We can do it” (Em dikarin bikin) ku di tevgerên feminîst de tê bikaranîn. 
 
Dema li DYA’yê têkoşîna mafê dengdayînê ya jinan dest pê kir dîsa di refên pêş de cih digirt. Her wiha di dema şerê navxweyî de jî bi awayekî çalak dixebitî. Di sala 1864’an de ji bo şert û mercên Amerîkiyên Reş bên sererastkirin li komeleyekê dest bi xebatan kir. Di sala 1870’yî de tevlî Komeleya Mafên Jinan a Amerîkayê bû û heta mirina xwe ji bo mafê dengdayînê yê jinan têkoşiya. 
 
Dema Truth di sala 1883’yan di 86 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girtin êdî jineke azad bû û wek jineke ku ji bo azadiya jinên din têkoşiya. Ji ber vê ye ku Truth wek feminîstekê û di dîroka cîhanê de yekemîn jina ku li dijî koletiyê têkoşiya di dîrokê de cihê xwe girt.